Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Komîsyona Civakî ya PDKÎ bi boneya 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê

13:54 - 13 Nîsan 2015

Kurdistanmedia:Komîsyona Civakî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi munasibeta 10`ê xakelêwe-Roja şehîdên Kurdistanê, peyamekî bi xelkê niştiman perwer ê Kurdstana rojhilat û malbatên şehîdan re dişîne û rêz û heurmeta xwe pêşkêşî wan dike.

Naveroka peyamê bi vî awayî ye;

Civatên xelkê Kurdistanê!
Xortên neteweya Kurd!
Malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê!

Îro roja 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê ye. Roja rêzgirtin û emegnasiya di hemberî wan cangoriyan e ku ji bo asûdeyî û bextewerî û jiyana bi azadî ya neteweya xwe û ji bo bergirî ji xak û xelkê Kurdistanê, jiyana xwe ya asayî danîne aliyekî, û fîdakarî gihandin lûtkeya herî bilind ya xwe, û bi bexşîna can û xwîn û jiyana xwe di pêxema hêvî û armancên Kurd de, serê xwe danîn û bûne remza xebat û xweragiriyê, û bi xwîna xwe belgeya neteweyîbûn û rewayiya mafên Kurd mor kirin. Lewra xortên neteweya Kurd jî wekî emegdarî bi armancên xwe di hemberî vê bexşîna mezin de, serê rêz û hurmetê ji bo canê wan yê pak dadinên.

Xebata neteweya Kurd bi berfirehiya xaka Kurdistanê ye, û bihust bi bihustên vê xakê jî cihê hembêzkirina şehîdekî ye, lewra hemû cihên Kurdistanê cihê şehîdan û hemû rojên sal û salan, roja emegdariya di hemberî şehîdan û pêregihîştin û rêzgirtina ji malbatên wan e.

Bi vî halî jî bona vê ku rojek di salê de wekî roja şehîdan bê diyarîkirin, û di vê rojê de em şehîdên xwe bi bîr bînin, emegnasiya xortên Kurd, bi awayekî giştî û bi hev re ji bo şehîdan bê ducarî kirin, roja 10’ê Xakelêwe roja bidarvekirina Pêşewayê Kurd QazîMihemed, avakerê PDKÎ û yekem serkomarê Komara Kurdistanê û hevalên wî, di 10’ê Xakelêweya sala 1326 (Adara sala 1947)’an de, wekî roja şehîdên Kurdistanê hate diyarîkirin.

Lewra îsal jî di vê boneyê de, bi kombûna li dewra yektir û bi awayên cur bi cur em şehîdên xwe bi bîr tînin û silavan dişînin bo riha pak ya hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê, û bi wan re soz û qewlên xwe nû dikin ku emê riya wan ya pîroz bidomînin, û emê bi armancên wan emegdar bimînin, û rêz ji malbatên wan yên rêzdar wekî yadgarên wan şehîdan bigrin. Her di vê boneyê de şîretên Pêşewa Qazî Mihemed ji bo xortên neteweya Kurd di bîr û mêjiyê xwe de bidin berhev, û bergirîkirina Pêşewa di dadgeha fermayişî ya rejîma paşatiyê de wekî belgeyeke dîrokî ya bihêz di warê selmandina rêbaza bi heq ya Kurd û Pêşewa û rewayiya mafê neteweyî yê Kurd û azadî û buhagiraniyên vê neteweyê raxînin ber çavan, û bikin remza berdewamiya li ser xebat û pêdagiriya li ser mafên xwe.

Şanazî ye ji bo xelk û rêberên Kurdistana Rojhilat ku tu yek ji rêberên wê, bi mirina xwezayî koça dawiyê nekirine, û berdewam ji aliyê deshilatdarên Îranê ve pilana kuştinê ji wan re hatiye darêtin û necamêrane hatine şehîdkirin.

Vê rastiyê jî em baş dizanin ku pêşewayê mezin di dema girtina xwe de, hewcehiya wî bi parêzeran nebû, û di dawî bergirîkirina xwe de bi eşkereyî gotiye: “Wisa tê negihîjin ku ez ji yasayên we, agehdar nînim, bi tewahî min dizanî ku berî vê ku arteş Mehabadê dagîr bike, ezê bême bidarvekirin, û her demekê jî ku min hez kiriba min dikarî ez xwe rizgar bikim, lê bizanin ku ez ew kes nebûm ku di dema metirsiyê de birevim. Çûbama kuderê? Ev der Kurdistan e, û nîştimana min ya pîroz e, û ez gora heşt pişt ji bav û kalên xwe nas dikim”.

Ew gotinên zêrîn ji devê rêberekî derketine ku di roja hilbijartina xwe ya ji bo serkomariyê de bi qur’ana pîroz û alaya Kurdistanê û şerefa xwe sond xwariye ku heya dawî dilopa xwîna xwe gelê xwe bi cih nehêle, û bi can û mal pêşmergeyê Kurd û Kurdistanê be.

Di 10’ê Xakelêweya îsal de, em di demekê de, wan şehîdan bi bîr tînin, û emegnasiya xwe di hemberî wan de nîşan didin ku Kurdistan û neteweya Kurd di piraniya beşên Kurdistanê de, di bêmafiyê de hatine ragirtin, û serkut û îşkence û bidarvekirina xortên neteweya Kurd bi tawana mafxwaziyê ji aliyê rejîmên zal bi ser Kurdistanê ve, û bi taybetî ji aliyê deshilata cehnemî ya Komara Îslamiya Îranê ve dom heye, ku niha bi ser Kurdistana Rojhilat de deshilatdariyê dike. Diyardeya pîs ya terorîzmê jî ku tu carî pêsîra Kurdan bernedaye, rêberên wekî Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û bi sedan xortên din di hemû beşên Kurdistanê de, ji himbêza Kurd derxistine. Terorîzma DAÎŞ’ê jî pêsîra Kurdan di Kurdistana Başûr û Rojava de, bi awayekî eşkeretir girtiye. Terorîzma dewletî ya cudanekirî ji naweroka Komara Îslamî jî bi awayên cur bi cur, wekî DAÎŞ’ê di cihê xwe de ye, û bi giştî neteweya Kurd di rewşeke dijwartir de ye, lê bi xweşî ve şîretên Pêşewa Qazî Mihemed derheq yekgirtina Kurdan bo parastina xaka Kurdistanê û derbazbûn ji rewşa dijwar bi awayekî hejî berçav tê girtin, û xortên neteweya Kurd di xebata li dijî vê terorîzmê de bi awayekî serkevtî bûn ku dengvedaneke cîhanî hebûye, herçend ku karwanê şehîdên Kurdan zêdetir kiriye.

Lewra di vê boneyê de em rêz digrin ji xweragiriya Kurdan li şerê li dijî terorîstan de, û silavan dişînin bo riha wan şehîdên ku canê xwe kirine goriyê parastina xaka Kurdistanê û neteweya Kurd.

Beşdarên birêz yên rêûresma 10’ê Xakelêwe, roja şehîdên kurdistanê!

Erka li ser milên her Kurdekî dilsoj û nîştimanperwer e ku di vê rojê de bi serdankirina malbatên şehîdan û bi danîna qevdên gulan li ser mezarê şehîdan û bi pêkanîna rêûresmên bi bîranîn û emegnasiyê ji bo şehîdan, hesta geldostî û Kurdperwerane ya xwe bi awayekî nîşan bidin ku hêjayî ezîzên me yên jidestçûyî be, û tenê di vê rojê de em sînordar nekin, û pêragihîştin û pêgehandina yadgarên şehîdan, wate xortên wan şehîdan, em bi erka li ser milên xwe bizanin, û nehêlin ku pêvajoya jiyana xwe di bênaziyê de derbaz bikin.

Pêşewayê Kurdan, derd û êşa civatên xelkê Kurdistanê destnîşan dike, û kilîda dergehê bexteweriyê dide wan, û xwendin û avakirina xwendingehan, û perwerdekirina zana û pisporan, û yekîtiya di nav Kurdan de, ji dersên pêşewayê nemir in.

Di vê rojê de cardin, em silavan dişînin bo riha pak ya tewahiya şehîdên riya rizgariya Kurdistanê û bo canê pak yê pêşewayê nemir Qazî Mihemed serqafileyê şehîdan, û hevalên wî Seyfê Qazî û Sedrê Qazî.
Hêvî û armancên wan bêne cî.

Serkevtî be, xebat ji bo gihîştina bi azadî û mefê neteweyî û dadperwerî û wekheviyê

PDKÎ
Komîsyona Civakî
10.01.1394
30.03.2015