Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlêr/ Serdana PDKÎ ji Partiya welat parêz a Demokrata Kurdistanê

16:33 - 14 Nîsan 2015

Kurdistanmedia: Şandeke partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serdana Partiya Welatparêz a Demokrata Kurdistanê kir û wan li ser pirsgirêkên deverê û Kurdistanê yên wê dawiyê gotûbêj kirin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, şandeke PDKÎ bi serpereştiya “Hesen Şerefî”- Cîgirê sekreterê giştî yê wê partiyê, çarşemiya borî bervar 8` nîsana 2015`an, serdana Partiya Welat parêz a Demokrata Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê şanda wê partiyê ve bi serpereştiya“Nêzamedîn Taş”naskirî bi “Botan” û hejmarek ji endamên rêberayetî yên wê partiyê pêşwazî jê hat kirin.

Di wê hevdîtinê de arîşe û pirsgirêkên Rojhelata Navîn, kêşe û pirsgrêka Kurd li herçarparçeyên Kurdstanê, nemaze proseya aşîtî li bakûrê Kurdistanê û hewildanên Kurdên parçeyên din bo serî girtina wê proseyê, behs û goftigû li ser hatin kirin û du aliyan nerînên xwe anîn ziman.

Di dawiya wê hevdîtinê de, herdu aliyên demokrat û siyasî li ser hevkarî û têkiliyên du alî tekez kirin.

Gader.D