Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî ya endameka PDKÎ li navenda 3 ya kurdistanê

16:30 - 17 Nîsan 2015

Kurdistan Mêdiya: Koça dawî ya xatûn Menculî Keleşî -Endama PDKÎ bi sedema nexweşiyekê, li Guristana şehîdên PDKÎ hat defin kirin.

Li gor raporta Malpera Kurdistan meda, Menculî keleşî temen 41 salî , keça Mehmud û hevjîna pêşmergê PDKÎ Qasim Keleşî, ji malbateke welat parêz , li gundê Kûrajorîn ya navçeya Enzela ser bi Urmiyê hatibû dine û her li zarokatiya xwe de li gel PDKÎ de bû.

Mencûlî Keleşî ji sala 1993`an(1372`an a rojî) li gel Qasim Keleşî pêşmergê PDKÎ jiyana hevpar pêk anî û her li wê demê heta dawiya jiyana xwe endama rêxistina aşkere ya PDKÎ bû. Herwiha ew xatûn endama yeketiya jinan jî bû.

Ew endama PDKÎ heta dawi ya jiyana xwe bi rêbaza PDKÎ re vefadar ma.

Xwatûn Mencûlî serê sibeya roja sêşembiya borî-14`ê nîsana 2015`an (1394`an a rojî ) bi sedema nexweşiyekê koça dawî kir û her piştî nêvro ya vê rojê, ji aliyê dost û rê hevalên xwe li guristana Şehîdên PDKÎ li Cejnekan ê hate defin kirin.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê , sersaxî ji malbata wê re di xwaze û xwe li xem û kovana wan de beşdar dizane.