Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Nezîf Qadirî: “Gotina Duran Kalkan, ne di xizmeta yekparçeyiya Kurdistanê de ne”

14:29 - 19 Nîsan 2015

Kurdistanmedia: Endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Mihemed Nazîf Qadirî di hevpeyvînekî de ragihand ku destkeftên Kurdistana Başûr bi hêsanî neketiye dest û got; “axaftina Duran Kalkan xizmeta yekparçeyiya Kurdistanê nake”.
 
Ji gor rapora malpera kurdistanmedia, Endamê Konseya KCK Duran Kalkan berî çend rojan derheqa Herêma Kurdistanê gotibû ku “Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê nayê birêvebirin” û ev gotina Kalkan bûye sedema nerazîbûna Partiya Demokrat a Kurdistan-PDK.
 
Malpera fermî a PDK, ligel Endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ Mihemed Nazîf Qadirî hevpeyvînek pêk anî.
.
Mihemed Nazîf Qadirî di hevpeyvînê de got; “Axaftina Duran Kalkan ligel zirûfên niha yê Kurdistan nagûnce û divê axaftinê wisa dubare nebin. Ji ber ku destkeftên Kurdistana Başûr bi hêsanî neketiye dest.”
 
Mihemed Nazîf Qadirî di berdewamiya axaftina xwe de got ku; “Em, sîstema birêvebirina Herêma Kurdistan û dem û dezgehên wê bi demokratîk dizanin. Ji ber ku bi hilbijartinê giştî û bi beşdarbûna xelkê ve hatiye destnîşankirin û çu fişarek li ser diyarîkirina sîstema hanê nîn e. Ji ber vê yekê ew gotina hanê yê Kalkan, ligel destkeftên Başûr yek nabe. Divê Duran Kalkan û hemû aliyên dî bizanin ku destkeftên Kurdistana Başûr bi hêsanî bidest neketiye ku bi gotinek ev sîsteme bê guhertin.”
 
Qadirî berdewamiya axaftina xwe de cext li ser wê yekê kir ku axaftina Kalkan û axaftinên dî yên bi vî şiklî xizmetê yekparçeyiya Kurdistan nake û rêka serkeftin, yekdengî û yekhelwestiya hêzên Kurdistanê de ye û îdareyê hevbeş jî nîşaneya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye. Qadirî axaftina xwe weha domand; “Herwisa destêwerdana karûbarê parçeyên dî yê Kurdistanê rast nîne, gava her parçeyekî Kurdistanê daxwaza alîkarî kir, divê alîkarî jê re bê kirinê. Lê pêwîst e, rastî û şert û mercên wê parçeyê jî bê berçavgirtin.”
 
Mihemed Nazîf Qadirî di dawiya axaftinên xwe de dibêje, dixwazim gotinên bi vî şiklî dubare nebe, ji ber ku ji bo her alî baştir e, nebine sedema nerehetî kirina hevnîştimanê parçeyên dî yê Kurdistanê.