Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina mafên mirovan li Îranê berdewam e.

14:53 - 21 Nîsan 2015

Kurdistan media: Kempêna calakvanên Belûç di raportekî de ragihand , mafên hemwelatî ên Belûc li sala 2014`an (1393 a rojî) ji aliyê hikumeta Îslamiya Îranê ve 158 carî hatiye binpêkirin.

Li gor raporta malpera Kurdistan media, çalakvanên belûç ragihandin ku heta niha ji aliyê rejîma Îranê ve 49 hemwelatiyên belûc hatine daliqandin, 69 kes jî hatine bincav kirin û 18 carî jî binpêkirina mafên bîr û raman û 22 carî jî teqeya rasteqîne bi henmwelatiyan hatiye kirin.

Li gor vê raporta hatî ragihandin liser bidarvekirina 49 hemwelaiyên belûc ji aliyê hikumeta Îslamî ya Îranê , 6 ji wan hemwelaiyan bi sûca ewlekarî û siyasî hatine bidarvekirin.

Sûca ev 69 hemwelatiyên belûc, hevkarî kirin li gel yek jî partiyên siyasî yên Belûc hatiye îlankirin.

Herwiha 22 teqe rasteqîn ku li hemwelatiyên Belûc hatye kirin ,7 ji van birîndar bûne û 15 ji van jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raporta her sal a lêborîna navneteveyî ku hatiye gotin, bi hatina ser kar a Hesen Rohanî tû bandorek li ser rewşa mafên mirov li Îranê de nednî ye. Rewşa binpêkirina mafên mirof li Îranê bi awayekî sîsitmatîk ber bi zêde bûnê ve diçe.

Di peywendî li gel binpêkirina mafên neteweyên ku li Îranê akincî ne,herwiha li gor raporta Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, 1572 carî mafên mirov li Kurdistana Îranê li sala 2014`an (1393`a rojî ) ji aliyê hikumetê ve hatine binpêkirin.