Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 gûndên derdora Fabrîqeya çîmento ya Îlamê hatin valekirin

15:41 - 22 Nîsan 2015

Kurdistan media: Xelkên akinciyên 4 gûndên ser bi parêzgeha Îlamê bi sedema toz û xwelîya fabrîqe (karxane) ya çîmento (sîman) ê, mecbûr man cihê xwe biterikin in.>

Li gor raporta malpera Kurdistan Media,bi sedema ne standard bûna Fabrîqeya cîmento ya Îlama Kurdistana Îranê, 4 gûndên bi navên Kanî Xezan, Kanî Pan, Serav Karzan û Qenat ku derdora vê fabrîqayê bi cih bûne, bi sebeba toz û xweliya cîmentoyê , mecbûr bi terikandina gûndan bûn e.

Ewa di halekî de ye ku berpirsên wê karxaneyê pêştir îdia kirbûn ku fabrîqe bi awayekî standard birê ve diçe.

Xelkên akincî ê wan gûnda, xemsariya berpirsên hikumî yên têkildar ligel wê karxane î sebeba wan pirsgirêkan destnîşan dikin.

Yek ji rûnêştiyên gûndê Qenat li ser pirsgirêkên nestandard ê wê fabrîqeyê peyamnêrê kurdpa re ragihand: Em roj û demjmêr nebe ku derkolanên xwe ji toz û xweliyê xawên nekin; hekî demsala havînê bi ser me de hat û bi qutbûna elektirîkê re alavên fêniker kar nekir in , dê jiyan li wir gelek bi zehmet be.
Her li ser vê yekê gundiyên Karzan û Qenat bi lêv kirin ku dema fabrîqe tê kontirol kirin û pirsgirêkên wê çareser dibin, em bo demekê be jî bi rahetî jiyan dikin.

Pêştir jî şêniyên gundê Karzan li ser pirsgirêkên karxaneyê û arîşeyên ku bi sedema wê fabrîqeyên bi wan re dihatin hole, hemberî parêzgariya Îlamê xwepêşndan li dar xistbûn.pêwîste bê gotin: Karbidestên fabrîqeya Îlamê beriya niha bi du salan,piraniya karkerên xwecihî(bûmî) ji kar derxisitbûn.

Karxaneya çîmento (sîman) ya Îlam, li beşa karzan û 20 km bakûrê Îlamê bi cih bûye ku piraniya dahata wê fabrîqeyê ji aliyê navenda Astengdaran (binyad mustezefan) a jêr çavdêriya navenda rêberî ya hikumeta Îslamiya Îranê ve tê misoger kirin.