Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9 bajarên ser bi parêzgeha Kirmaşanê li gel pirsgirêka kêm aviyê rû bi rû ne

16:10 - 22 Nîsan 2015

Kurdistan media: di berdawamiya arîşeyên kêm avî li gund û bajarên kurdistana Îranê , vêca bo 9 bajarên parêzgeha Kirmaşanên jî pirsgirêkên hatin holê.

Li gor raportên nûçegihanyên navxweyî li zarê berpirsê giştî ê ava bajarê Kirmaşana Kurdistana Îranê, piranî ya bajarên ser bi Kirmaşanê bi pirsgirêka kêm aviyê re rû bi rû ne.

Herwiha rewşa bajarê Bane ji çav ava vexwarinê di rewşeke pir xirab deye; karbidestên hikûmetê dixazin binobet (cîrebendî) kirina avê pirsgirka kêm avîê vî bajarî çareser bikin lê ew piroje nayê cî bi cî kirin.

Li gor gotina yekek ji berpirsên rejîma Îranê rewşa kêm avî ya 9 bajarên ser bi parêzgeha Kirmaşanê û 500 gundên dedora wan bajaran pir xirab e.

Li heyamê wan çend sala de hemwelatiyên parêzgeha Kirmanşanê li gel pirskirêka kêm avî re rû bi rû ne ,îsal xelkê wê navçeyê bi şêweyekî micid tûşî pirsgirêkan bûne.

Gundên ser bi parêzgehên Kirmaşan û Îlam li gel pirsgirêka kêm avî yê re rû bi rû ne , eva jî bi sebeba bi kar anîna nebaş a avê li wî heyamê borî de ye. Çareser nekirina wê pirsgrêkê ji aliyê berpirsên rejîmê ve bûye sedema daku xelk gundan ber bi bajaran ve biterikîn in.
çêkirina nestandard a bendavan , duristkirina bendavên bê rêje, kolana bîrên avê ji aliyê kesên mifah xwazên Îdarên rejîma Îslamî ve, nebûna cihên avê yên standard û kêm bûna pirojeyên avadanî yên li vê beşê de , Kurdistana Îranê bi wan pirsgrêkan re rû bi rû kirin e.