Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya heyet a PDKÎ li kongireya Partiya Sosiylîsta gel a Danîmarkayê

14:50 - 23 Nîsan 2015

Kurdistan media: Şandeke heyeta PDKÎ li kongireya partiya sosiyalîsta gel a Danîmarkayê li bajarê Kopênhagê beşdarî kir.

Li gor raporta malpera Kurdistan media, partiya Sosyalîsta gel a Danîmarkayê bi fermî ji PDKÎ bo başdarî kirin li kongireya salane ya xwe dawit kirin.

Şanda PDKÎ bi serpereştiya Seîd Soltanpûr û Hetem Cihangîrî di wê civînê de beşdarî kir in.

Ew kongireya ku di rojên 19 û20` ên nîsanê de birêve çû, peyama hevpar a PDKÎ û partiya Sosyalîsta gel a Danîmarkayê hat xwand in.

Di berdewamiya wê merasîmê de heyet a komîteya PDKÎ li gel berpirsên giştî yên Partiya Sosiyalîsta gel a Danîmarkayê civînên hevpar bi rêve bir in.

Herwiha şanda komîteya PDKÎ li çendîn kombûnên (workshop) de beşdarî kirin û dîtingehên Partiya Demokrat li ser pirsgirêkên cûr bi cûr ên Kurdistanê ku ji aliyê Îran û Cîhanê ve têne holê, nîqaş kirin.

Di dawî de şanda PDKÎ li gel berpirsên balyozxaneyên dewleta Amirîka, Swêd, Norwêj , partiya Kesk a Almani ya û partiya Sosyalîsta Bolîwî hevdîtin pêk anî.