Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 femandarê Sipaha Pasdaran a Îranê li Sûriyê hatin kûştin

13:07 - 27 Nîsan 2015

Kurdistan media: 4 fermanderên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ji bo alîkariya hêzên Beşar Esed di şerê Suriyê de beşdar bibin, di pevçûnekê de digel partiya Opozisyona Sûriyê hatin kûştin.

Li gor raporta malpera Kurdistan media û li gor nûcegihaniy a Has , di pevçûnê nû ê navbera rejîma Beşar Esed û opizisiyûnê de hatinî pêş hejmarek kes hatine kûştin û birîndar kirin.
Alerebiye ragihandin pevçûn hemû di bajarê Dra ê pêk hatine,ku di van pevçûna de 4 fermander ê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê , ji bo alîkariya serkût kirina navendên mirovî hatibûn organîzekirin hatin kûştin.

Celal Hebîbullahpûr, Hadî Kecbaf, Rûzbê Helîsaî û Husên Badpa, 4 fermandarên endamên şaxeya derve ya Sipaha Quds bûn ku di çend rojên borî de di pevçûnên navçeya Besr El herîr a ser bi parêzgeha Der`a a Sûriyê hatin kûşt in.

Di vê peywendiyê de Îrna îlan kiriye ku di dema 3`ê rojên evela meha borî, 6 endamên Sipaha Quds di navcên şerê Sûriyê de hatine kûştin.


Ragihandinên din yên hundirê Îranê jî, kûştina dehan kes ji hêzên ne xwcihî ê ser bi Sipaha Quds ku efxanî ,pakistanî yên endamên girûpên Fatimiyun û Zeînebîyun in ragehand in
Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di çarçoveya alîkarî kirina hêzên Beşar Esed de, beşdarî kirine û li gel hêzên rejîma Sûriyê kûştin û serkutkirin a xelkên bêguneh didomîn in.

Hemû ev kesê ku jêr fermana Sipaha Qods a ser bi şaxeya Pasdaran a derveî Îranê ne , di gel hêzên Beşar Esed de beranberê hêzên dijî hikumetê şer dikin, di demên borî de di pevçûnên navbera hêzên Beşar Esed û Ertêşa Azad a sûriyê de hatine kûştin.