Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 22’ê Pûşperê li Waşîngtonê

15:02 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi beşdariya sedan Kurdên akinciyên Waşîngtonê li wî bajarî birêve çû.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 13’ê Tîrmeha 2012’an, korryadek bi boneya salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî bi beşdariya sedan Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Waşîngtonê birêve çû.
Di destpêk de nivîskarê pirtûka “Xolyay Mergê Qasimloyê Kurd” Karil Pironhobir, gotarek sebaret bi jiyan, xebat û çawaniya terora Dr. Qasimlo pêşkêş kir.
Piştre Pirofsor “Îvan Sasça Şîhan” li Beşa Pêwendiyên Dîplomasî ên Zanîngeha Baltîmor, li ser binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve axift.
Riyna Meyro” lêkolerê Tenahiya Netewî li televîzyona “Faks Nêws”ê sebaret bi rol û kartêkeriya rejîma Îranê di perepêdana terorîzmê û terorîzma dewletî basek pêşkêş kir.
Di beşek din de birêz “Katrîn Kamêron” Berpirsa Encumena Rêberî a Mafên Mirovan, sebaret bi binpêkirinên mafên netewên Îranê bi giştî û mafên Kurdan bi taybetî ji aliyê rejîma îslamî a Îranê ve axivî.
Di birgeyek din a rê û resmê de Rehîm Reşîdî axaftinek pêşkêş kir.
Erdelan Ferecî bi nûneratiya Saziya Navendî a Kurd, sebaret bi girîngiya hilbijartina Serokkomariya Amerîka û beşdariya Kurdan di vê hilbijartinê de ji beşdaran re axifî.
Di navbirên rê û resmê de çendîn sirûd û parçemûzîkên şoreşgêrî hatin pêşkêş kirin.