Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyeka kurd li girtîgeha Yasûcê dest bi gireva biçîbûnê kir

13:03 - 30 Nîsan 2015

Kurdistan media: Qedriye Qadirî girtiya siyasî ya kurd li girtîgeha bajarê Yasûcê bi sedema rewşa nebaş a girtîgehê dest bi gireva birçîbûnêkiriye .

Li gor rapora kempîna berevanîkirin ji mafên girtiyên siyasî û sivîl, Qedriye Qadirî, girtiya siyasî ya kurd, li hember rewşa nebaş a girtîgehê û bêparbûna ji mafê murexesiyê, nerazîbûna xwe nîşan dan û dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Gireva han di roja 24`ê Nîsana 2015`an (1394.2.3 a Rojî) dest pê kiriye ku heya niha jî berdewam e.

Girtiya han di dozgeriya Înqilab a Urmiyê de bi tometa alîkarîkirin bi yek ji partiyên siyasî ên opozîsyona rejîma Îranê bi 10 sal hepsê hatiye ceza kirin û piştre di dadgeha pêdaçûnê de cezaya han bi 7 sal girtîgeh û sirgûn kirina bo girtîgeha Yasûcê hat guhertin.
Qedriye Qadirî di midehê derbaskirina hukmê xwe de tûşî nexweşî û çilka ser û guh bûye û berê jî du caran bo nexweşxaneyên derweyî girtîgehê hatibû veguhastin.

Midehekê berî niha dozgerê çavdêriya girtîgeha Yasûcê rezamendiya xwe li ser çûna Qedriyê bo murexesiyê nîşan dabû, lê piştî cîbecî kirina kar û barên îdarî poşman bûye û dijberiya xwe nîşan daye.

Qeriye Qadirî, girtiya siyasî a kurd ku xelkê Urmiyê ye , di dawiya meha Gulan a sala 2011`an(1390a Rojî) de hatibû binçavkirin û zêdeyî de du mehan di destbisergeha Îdareya Îtilaatê de hatibû ragirtin û Piştî midehekê bo girtî geha nawendî a Urmiyê hatibû şandin û dubare Ii 15`ê Pûşpera 1392` rojî bo benda jinan a girtîgeha Yasûcê hate veguhastin.