Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakên kedkarî ên kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

15:14 - 30 Nîsan 2015

Kurdistan media: Di serûbenda roja cîhanî ya karkeran de, du çalakvanên kedkarî ên kurd ku xelkê Seqiz û Mehabadê ne, ji aliyê hêzên ewekarî ên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan media,sibêdeya roja Sêşemî, 28`ê Nîsana 2015`an(8.2.1394), pêlek nû ji binçavkirin û tund û tûjiyan derheq kirêkaran li ser û benda roja cîhanî ya karkeran de destpê kiriye ku I vê derheqê de Mehmud Salihî, xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hate girtn.

Herwisa roja Sêşemî, 28`ê Nîsanê, Osman Îsmaîlî, çalakvanê kedkarî ê kurd ku endamê komîteya hevahengîyê bo pêkanîna yekeyên kedkarî ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaata bajarê Mehabadê ve hatiye destbiser kirin.

Hêzên kincşexsî ên îdareya ewlekarî a rejîma Îranê êrîş birine ser malên wan du hemwelatiyên kurd û destbi ser kompiyoter û hin kel û melên şexsî ên wan de girtine.

Cavkaniyek haydar li vê derheqê de ragehand ku ji sedemên binçavkirin û herweha cihê hepsîkirina wan her du hemwelatiyên kurd ji aliyên hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve tu zanyariyek tune.

Li gorî amarên ajansa Kurdpa, ji destpêka sala 1394`an ve heya niha zêdeyî 18 çalakvanên kirêkarî yên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.