Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma 22’ê Pûşperê salroja terpora Dr. Qasimlo li Parîsê

15:05 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li ser gura wan şehîdan li pêrlaşêza Parîsê birêve çû.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja 13’ê Tîrmeha 2012’an, bi boneya 23’mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Parîsê û li goristana “Pêrlaşêz” rê û resmek hêja bo bîranîna karesata “Vîen”ê bi beşdariya sedan kes ji Kurdên akinciyên welatê Firansa, Siwîs, Biljîk û herweha beşek berbiçav ji nûnerên sazî û hejmarek kesayetî li her çar Parçeyên Kurdistanê ve û opozîsyoina Îranî, biranîna 22’ê Pûşperê bilind hat nirxandin.
Rê û resmê li ber deriyê goristana Pêrlaşêz bi rêbîvan bo ser mezarê şehîdna Dr. Qasimlo û Ebdulla Qadirîazer destpê kir.
Piştre beşdaran bi danîna tacegulîne rêz û wefadariya xwe li hember rêbaza Qasimlo û şehîdên riya rizgariya Kurdistanê nîşan dan.
Piştre birêz “Şaho Husênî” Nûnerê PDK Îranê li Dervey Welat, di peyamekê de bas ji karesata Vîenê kir got: Rejîma Komîara Îslamî va dizanî ku bi terorkirina rêberên gelê Kurd xebat û şoreşa rizgarîxwazane a gelê me wê bidawî were, lê nedizanî ku qutabiyên Dr. Qasimlo herva dirêjî bi xebat û berxwedanê didin.
Birêz Husênî herweha bi hûrî basek li ser jiyan û xebata Dr. Qasimlo û rêbaza wî pêşkêş kir û bi her du zimnên Kurdî û Farsî ji beşdaran re axifî.
Piştre Xeman Zirar Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Firansa peyamek pêşkêş kir.
Peyama Komîteya PDK Îranê li Firansa ji aliyê birêz “Cemal Pûrkerîm” ve hat xwedin.
Wêca birêz Kemalîzade wek kesayetiyek siyasî çend peyvek pêşkêş kirin.
Piştre Jîna Mînberî, peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê li Biljîkê pêşkêş kir.
Di dawî de beşdarên rê û resmê berbi goristana şehîdên Mîkonûsê birêketin û tacegulîneya rêz û wefadariyê li ser mezarê şehîdan Dr. Sadiq Şerefkendî, Humayûn Erdelan û Fetah Ebdullî birêketin û tacegulîneya rêz û wefadarî li ser mezarên wan şehîdan danîn û peymana wefadariyê li gel rêbaza şehîdan nû kirin.