Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ kesatiyekî weatparêz û xweşnav koça dawiyê kir

14:02 - 4 Gulan 2015

Kurdistan Media: Lazim Muradperest, xelkê gundê Dolepêsan a ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora Kurdistan Media, roja çarşemî, 9\'ê Banemera 1394\'an, lazim Muradperest, kesatiyê welatparêz û xweşnav ê bajarê Urmiyê bi sedema nesaxiya dil, li jiyê 49 saliyê de li Urmiyê koça dawiyê kir.

11697.jpeg
lazim Muradperest

Lazim Muradperest, kesatiyê xweşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû û bi dehan carî ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îslamî ve hatibû destbiser kirin û rastî gelek bêrêzî û sivikatiyan hatibû.

Termê Lazim Muradperest, di nava girseya xelkê deverê. Dost û kes û karan ve I gundê Dolepêsan ê de bi xakê hat sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên xwedêjêrazî dike û xwe I xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.