Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandeke PDKÎ di rêuresm a Enfalên Koyê de

21:07 - 6 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandek PDKÎ di rêuresm a 27 salî ya enfal a beşa çar, li deşta Koyê û derdora devera Aştî û Monomênta taybet bi Enfal beşdarî kir.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşembiyê 27`ê Gulan a 2015`an, şandeke PDKÎ bi serpereştiya Loqman Mêhfer, endamê komîteya Navendî ya PDKÎ , di rêûresma salvegera Enfalên deşta koyê beşdarî kir.

Ew rêuresm ji aliyê Wezareta karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan li ser pirsên Enfal kiriyan hatibû amade kirin

Di wê merasîmê de peyama beşa pêwendî yên PDKÎ li Koyê, bi vê munasibetê hate pêşkêş kirin.

Piştre peyama hikûmeta herêmê, ji aliyê Wezîrê Karûbarên Şehîdan, Mehmûd Hacî Salih ve hate xwendin.

Herwiha çend helbest û pexşan û Şano yên taybet bi rêuresmê jî hatin pêşkêşkirin.

http://www.kurdistanmedia.com/weney-mallperr/10725.jpg