Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo li Norwêjê hat bibîranîn

16:57 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Koryadek bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li welatê Norwêjê birêve çû.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, korryadek bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, li devera “Lîlesitrom” a welatê Norwêjê birêve çû.
Di rê resmê de peyama Komîteya Giştî a PDK Îranê li Norwêjê, bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo, ji aliyê birêz “Mensûr Ezîzî” ve hat xwendin.
Piştre peyama hevpar a Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Komîteya Kultûrî a Kurd li Norwêjê ji aliyê birêz “Munîre Cîhanî” ve hat pêşkêşkirin.
Di beşek din de mijarek ji aliyê birêz “Enwer Kuhnesal” ve li ser dîplomasî û rolê rêberî di bizava netewî a Kurd de hat pêşkêşkirin û herweha mijarek din bi navê “Birêveberî, Awêneya Kiryara Dr. Qasimlo” ji aliyê birêz “Cemîledîn Ehmedî” ve hat pêşkêşkrin.
Di vê semînarê de bîranînma şehîdê koçkirî “kak Selam Ezîzî” Endamên Deftera Siyasî a PDK Îranê, bilind hat nirxandin.
Piştî axafina gotarbêjên semînarê, beşdaran axaftinên xwe arastey wan krin û ji alikyê birêzan ve hatin bersivdan.
Di dawî de kurtefîlmek li ser gotinên Dr. Qasimlo hat nîşandan.