Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nerazîbûnên Kurdistanê de 5 hemwelatiyên Kurd li Seqizê hatin binçavkirin

14:26 - 10 Gulan 2015

Kurdistan Media: Di xwenîşandana aram û êmin ya hevwelatiyên bajarê Seqizê bi nîşaneya nerazîbûn li hember tepeserkirina meşa Mehabadê û mirina biguman a Ferînaz Xosrevanî de hatibû lidarxisitn, 5 hemwelatî hatin biçavkirin.


Li gor malpera Kurdistan Media, dehan hevwelatiyên bajarê Seqizê bi nîşaneya nerazîbûn li hember mirina biguman a Ferînaz Xosrewanî û bo piştevanî kirin ji xelkê Mehabadê, êwariya roja borî (Şemî) 9`ê Gulanê li qada Telîs (22`ê Behmenê)a wî bajarî de kombûn û ber bi meydana Helo ve meşiyan.

Çavkaniyeke haydar bi nûçegihanê \'\'Kurdistan Media\'\' re ragihand: Hêzên taybet yên ewlekariyê êrîş birine ser meşa xelkê Seqizê û 5 ji hevwelatiyên wî bajarî binçav kirin.

Heta niha nasnameya wan 5 hevwelatiyên bajarê Seqizêku hatinbûn binça kirin, ji malpera Kurdistan Media re rohn nebûye.

Wê çavkaniyê da zanîn ku hêzên taybet ên rejîma Îranê hevwelatiyên ku di wê meşê de beşdar bibûn dane ber lêdan û kutanê.

Li gor wê raporê, rewşa bajarê Seqizê aloz û ewlehî kirî ye û hêzên çekdar û kinc şexsî ên rejîmê li hemû cihekê de cihgîr bûne.