Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mesûd Barzanî : Tu astengî nabe bibine sedema poşmanbûn ji serbixwyî a Kurdistanê

15:43 - 11 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandek ji komîteya PDKÎ ya Amerîkayê di civîna Mesûd Barzanî li Waşîngtonê de beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, kurdên her çar parçên Kurdistanê li devera Waşîngtonê, roja Şemî 5`ê Gulana 2015`an, di civînek ku ji bo rêzdar Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê hatbû lidarixistin, beşdarî kir.

Şandek ji komîteya PDKÎ ya Amerîkayê jî di wê kombûnê de beşdarî kir.
Barzanî tevî îşarekirin bi komek destkewtên mezin di civînên li gel karbidestên payebilind ên Amerîkayê, ku yek ji wan Barak Obama ê serokomarê wî welatî bû, basa şerê vê dawiyê ê DAIŞ ê kir û rola pêmergedi wan şeran de bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê li beşek din ji axaftinên xwe de tekez li ser serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand: Tu astengî nebe bibe sedema poşmanbûna me ji xwasta serbixweyî a Kurdistanê.

Barzanî di gotinên xwe de piştewaniya xwe ji mafên rewa yên gelê Kurd di beşên din ên Kurdistanê de dubare kir.