Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rê û resma 22’ê Pûşperê li du bajarên Fînlendê

20:14 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bîranîna 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî li du bajarên Fînlendê bi beşdariya birêz “Kerîm Pervîzî”, Endamê Deftera Siyasî yê PDK Îranê birêvbe çû.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, 14’ê Tîrmeha 2012’an, korryadek bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi beşdariya birêz “Kerîm Pervîzî” Endamê Deftera Siyasî yê PDK Îranê hevdem di du bajarên Fînlendê de birêve çû.
Destpêka rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” destpê kir.

Piştre peyama hevpar a Komîteya PDK Îranê – Fînlend, Yekîtiya Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê birêz “Şehîn Sultanî” û “Fazil Sutanpena” ve hat pêşkêşkirin.
Piştre peyama girîngîdan bi aşitiya hundir û girîngîdan bi buhayên demokratîk hat xwendin.
Piştre peyamên aliyên siaysî hatin xwendin.
Di beşek din de birêz “Kerîm Pervîzî” di riya “Net” de beşdariya wê korryadê kir û basek pêwendîdar li gel hizrên siyasî û mirovî ên Dr. Qasimlo pêşkêş kir.
Birêz “Pervîzî”, sebaret bi girîngiya bilind ragirtina bîranîna “Dr. Qasimlo” û hizr û ramanên wî weke rêberek netewî û bandora wî rêberî li ser bizava rizgarîxwazane a netewa Kurd axifî û gor: Dr. Qasimlo jiyana xwe ji gelê xwe re terxan kiribû. Wî gişt tiştên jiyana xwe di pêxema sitandina mafê gelê xwe yê bêbeşkirî de bexşîbûn û rû li çiyayên Kurdistanê kiribû.
Di birrgeyek din a rê û resmî de vîdeoya “Ji Efsane ve Bo Rastî” sebaret bi mamostayê demokrasiyê hat nîşandan.
Beşa dawî a rêûş resmê sirûda “Ey Mamostay Mezin Û Zana” hat nîşandan.

Di navbirên bernameyêî de çendîn sitran û parçemûzîkên şoregêrane hat pêşkêşkirin.