Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kadkarên fabrîkaya Tirextor saziya Kurdistanê 6 meh in ku heqdestê xwe wernegirtine

17:01 - 14 Gulan 2015

Kurdistan Media: Berpisê Febrîqa (Karxane) ya Tirextor saziya Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi daketina sedî 70`ya berhemhînanê, midehê 6 mehan e ku heqdestê kedkaran nedaye, herwiha xwarina firavînê ya kedkaran ji aliyê xwedîkaran ve hatiye birîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media,di heyamên çend salên borî de çendîn pirsgirêkên weke nedan û paşxistina heqdestê kedkaran, bêparkirina wan ji mafê bîmeyê (Sîgorte), herwisa nigeranî û tirsa wan ji kar û nebûna ewlehiya karî pêsîra wê texa zehmetkeş a civakê girtiye.

Niha kedkarên Febrîqeya (Karxane) Tirextor saziya Kurdistanê, 6 meh in ku mûçeya Kedkaran nedaye.
Li gor amara Wezareta Kar ya Îranê, tenê ji sedî 7 ya kedkaran bi şêweya girêbesta hertimî û berdewam kar dikin û ji sedî 93 a din jî bi şêweya girêbenda demî kar dikin.

Derxisitina kedkarên xwecihî ji pirojeyên avedanîkirin û pîşeyî ên Kurdistanê ji aliyê xwedîkar û kompaniyayên ser bi Sipaha Pasdaran ya rejîma Îranê ve bûye sedema zêdebûna hejmara bêkaran û diyardeyên weke hejarî û bêkarî bi dûre hatiye.