Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan/ Kiryarên nû yên dardestên rejîm bi piştewaniya Sipaha Pastaran

16:17 - 16 Gulan 2015

Kurdistan Media: Hevdem li gel serhildana nerazîbûnan di bajarên Kurdistanê de, moreyên xwecihî yên ser bi rejîma Îranê bi hevahengiya li gel nawendên pêwendîdar, dest bi hin kiryar û çalakiyên nû li hin deverên Kurdistanê de kirine.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li çend rojên derbasbûyî I hin gundên devera Mirgever a Urmiyê, hêzên xwecihî yên ser bi Sipaha Pasdaranê bihevkarî û hemahengiya Sipahê dest bi weşandin û belawkirina wêne û posterên Xamineyî kirine.

Di encama kiryara han de, dîwarên gelek gundên devera navhatî bi wêne û posterên Xamneyî hatine xemlandin. Lê xelkê deverê piştî kiryara han, piraniya wêne û posterên zeliqandî, ji dîwaran ve dirandin û û şevitandin.

Di vê derheqê û li çend rojên borî de, di çend bajarên din yên Kurdistanê de, rejîma Îranê ji bo xurtkirina hêzên xwe lid or tepeserkirina nerazîbûnan, bi vexwendina hêzên xwecihê yên girêdayî xwe, li hewla rêxistin û bicihkirina wan li nawendên leşkirî de ne.

Piştî berfirehbûna narazîbûnan derheq bûyerên Mehabad û Kurdistana rojhilatê û herweha gaziya ji bo mangiritina giştî ya roja 14`ê Gulanê, rejîma Îranê hemû hêzên eşkirî ên xwe xistine haleta amadebaşiyê de.
Niha rewşa ewlehî li ser bajarên Kurdistanê de hakim e li hin bajaran de jî bazar nîvdaxistî ne.

Piştî nerazîbûnên bajarê Mehabadê li dor mirina biguman a Ferînaz Xusrewanî, karmenda hotel Tara ya wî bajarî û nerazîbûnên hemwelatiyan û piştgiriya hevwelatiyên bajarên din û parçeyên din ên ên Kurdistanê weke Turkiya, Îraq û Sûriya ji neraziyên Mehabadê, rewş û fezaya Kurdistana Rojhilatê awarte û milîtarîze kirî ye.