Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Dawîn rewşa Kurdistanê piştî borîna hefteyek bi ser bûyera Mehabadê de

19:29 - 16 Gulan 2015

Kurdistan Media: Piştî destekdayîna hevwelatiyên kurd li hundur û derweyî welat ji xwenîşandanên Mehabadê, rejîma Îranê helwest û kiryarên cur bi cur û tund li hember xwenîşanderan girte ber xwe.

Li gor rapora Kurdistan Media, piştî mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî, keça kurd ya Mehabadî û nerazîbûna hevwelatiyên wî bajarî lid or wê bûyerê û puiştewaniya hevwelatiyan û rêxistinên sivîl sinfî ji xwenîşanderan, rejîma Îranê rê û cihên tund yên ewlehî derheq vê bûyerê û neraziyan girte ber xwe.

Piştînîvroya roja Pêncşemî, 17ê banemer ê, xwenîşandana aram û êmin ya hevwelatî û neraziyên wî bajarî, ji ber desttêwerdana hêzên ewlekar ve bi tund û tûjiyê hat kişandin.

Hêzên “Yekîneya taybet” bi tepeseriyê, bi çekên saçmeyî teqe ji xwenîşanderan kirin û di encamp de zêdeyî 20 kesan birîndar û rewşa saxlemiya hin ji wan gelek dijwar û şir e.

Piştî belavbûna hin nûçeyên dijhev li dor tendurustî û mirina Akam Telac, birîndarê xwenîşandana bajarê Mehabadê, lê rastiya nûçeyê ji aiyê tu nûçegihaniyek bawerpêkirî ve nehatiye erê kirin.

Hêzên rejîmê li cihê bûyerê de soza şopandin û lêkolînkirina ji wê bûyerê dan xwenîşanderan, lê neraziyan bi berçavgirtina pêşîneya rejîmê, bawerî bi wan sozan nekirin.

Rejîmê pitî xurtbûna nerazîbûnan, hêla înternetê û telfonê div î bajarî de qet kir.
Li gorî raporan, li bajarê Serdeştê de jî hêzên rejîmê teqe ji xelkê kirin û 12 hevwelatiyên nerazî jî girtin.

Herweha I gorî nûçeyan, bi dehan kes ji hevwelatiyên bajarê Seqizê bi nîşaneya nerazîbûn li hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî û jib o piştewanîkirin ji xekê Mehabadê, roja şemî, 19 ê banemer (9ê Gulan)ê di qada “Talîs (22ê Behmen) a wî bajarî de civiyan û meşek aram encamp dan; Lê hêzên rejîmê êrîşî meşa xelkê kirin û 5 kes jî dest bi ser kirin.
Hêzên rejîmê bibêy hukmê dadweriyê, şendîn hevwelatiyên bajarê Mehabadê li malên wan de destbiser bo îdareya Îtiaatê birin û civînên pêtirî du kesan jî li wir qedexe kir. Hejmarek berbiçav ji girtiyên xwenîşandana Mehabadê bo bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Rejîmê piştî berfirehbûna nerazîbûnan li bajarên din ên Kurdistanê de, gef ji Ferînaz xusrewanî xwarin.

Rejîm ji tirsa xurtbûna xwenîşandanan, haleta amadebaşiyê bo hêzên xwe di zaf bajarên Kurdistanê de derxistiye û ji bajarê Sayînqela yê veYekîneyên Taybet û hêzek zêde ya kincşexsiyan bo Bokanê şandiye.

Berpisên rejîmê jib o kêmrengkirina wê bûyerê, ferman bi more û dardestên xwe daye ku piştgiriya meşên nerazîbûnê nekin û li ragihandinên ser bi rejîmê de jî gotinên çewaşekarane û berevaj didan.

Elîriza Radfer, cihgirê parêzgarê Urmiyê tevî gefxwarina ji hevwelatiyan, xwenîşandanên Mehabadê jî desttêwerdana hêzên biyanî û neyarên Komara Îslamî li wê deverê û xwenîşander jî bi fitneçî û ajawegêr hesibandin.

Li vê derheqê de Mela Qadir Suhrabî, pêşnimêjê înê yê Mehabadê û dadwer di dadgehê de ragihand ku xwenîşanderên Mehabadê fitneçî û gurûpek berjewendîxwaz û dardestên biyaniyan in.

Çalakên siyasî mafên mirov ên kurd li vê baweriyê de ne ku desthilatdar ji bo peçavtina wê bûyerê û veşartina rastiyan, bêdengiya xwe şikandin û çend gotinên dijîhev berevaj dan ragihandinan.

Xulam Husên Musinî Êjeyî, berdevkê dezgeha dadweriya rejîma Îranê di konferansek rojnamevanî de li dor mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî ragihand: reftar û kiryarên Ferînazê bi xwe xuqênerê vê bûyerê ne û tu hewcehiya mezin kirina vê pirsê bi wayê niha nedikir.

Herweha Îbrahîm Reîsî, dozgerê giştî yê rejîma Îranêjî, şibî Mela Qadir Suhrabî, xwenîşander bi gurûpek dijî şoreşa Îranê hesibandin.

Cefer Kitanî, fermandarê Mehabadê jî, tevî erêkirina gotinên dozgeriya urmiyê, ragihand: tawanbarê sereke ku erka pêregihîştina bi ser hotean bi stû bû, bi tu awayî kesek emniyetî- leşkirî nebûye.

Ew gotin û axaftin di halekê de bûn ku hevwelatiyên bajarê Mehabadê, û xizm û kes û malbat û çalakên sivî rayek cuda ji wan hebûn û li ser vê baweriyê bûn ku Ferînaz Xusrewanî jib o parastina keramet û kesatiya xwe û xweparastin destdirêjiyê ji aliyê moreyek rejîmê ve, xwe ji qata çaremîn a hoteê de avêtiye.

Xwediyê hotelê jî bi armanca rohnkirina raya giştî, 1500 CD ku hat û çûyîna berî mirinê ya ferînazê di hotelê de ji xwe girtibû, li nav xelkê de belav kir û karê han ji aliyê hevwelatiyan ve bi karek nebicî û kirêt hate hesibandin.

Hevwelatiyên kurd li Başûr, Bakûr û Rojavaya Kurdistanê de ji bo piştewanî kirin ji xelkê Mehabadê çendîn xwenîşandan bi awayên cuda cuda birêve birin.

Li derweyî welat jî, li çend welatên Ewropî Amerîka de, hevwelatiyên kurd iştewanî ji xelkê Mehabadê kirin û tepeserkirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûm û şermezar kirin.

Di 7mîn roja bûyera Mehabadê de, çalakên medenî yên Kurdistanê banga mangirtina giştî I Kurdistanê de ji hevweatiyan kirin daxwaz kirin ku bi nîşaneya nerazîbûnê I hember mirina Ferînazê û girtina hejmarek berbiçav ji xelkê, dukan û bazaran dabixin.

Roja borî di hin ji bajarên Kurdistanê debi awayek rêjeyî, dukan û bazaar hatin daxistin û rejîm jî li haleta amadebaşiyê d ebû.

Piştî vê gaziya çalakvanên sivîl, rejîma Îranê jî fermana amadebaşiyê da hêzên xwecihî ên kurd û girêdayî xwe û niha rewşa bajarên Kurdistanê ewlehî û mîlîtarîzekirî ye.