Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî siyasî yê Kurd li bajarê Şino jiyana xwe ji dest da.

13:57 - 17 Gulan 2015

Kurdistan Media: Çalakvanekî siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Şino di bûyera hat û çûnê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, çalakvanekî siyasî yê Kurd bi navê “Neimet Însafî” xelkê bajarê Şino, roja Înê 15`ê Gulana 2015`an li bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor wê raporê, Neimet Însafî ê 30 salî, di encama qelipîn û wergeriyana tirombêla wî ya li corê “Semend” jiyana xwe ji dest daye.

Xerabûna cadeyan û nebûna standardên cîhanî, xemsariya berpirsên Îdareya têkidar li dor nûjen nekirina cadeyan, xemsarî li danîna alavên haydarkirinê û çêkirina lendekan li rêyên bilind û çiyayî de ji sedemên sereke yên zêdebûna bûyerên hat û çûnê li Kurdistanê de tên zanîn.

Di heyama sala 2014`an I her çar parêzgehên Kurdistana Îranê de, 29 hezar û 25 hevwelatî di encama bûyerên tirafîk û hat û çûyînê de jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.