Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Danmarkê piştewanî ji Mehabadê hat kirin

16:18 - 17 Gulan 2015

Kurdistan Media: Xwenîşandanek ji bo piştgiriya xelkê Mehabad û Kurdistanê li bajarê Arhos ji aliyê komîteya Hevkariya Hêzên Kurdistanî birêve çû.

Li gor rapora Malpera Kurdistan Media, roja înê, 15ê Gulana 2015an (25ê banemer a 1394an a Rojî), bi alîkariya komîteya hêzên Kurdistanî, xwenîşandanek bi beşdariya kurdên akinciyên bajarên Horsins û Arhos ji bo piştgiriya xelkê Mehabadê birêve çû.

Di wê xwenîşandanê de, xwenîşander li pêşberî îzgeha şemendefira bajarê Arhos ve heya pêşberî Kilîsaya mezin a wî bajarî meşiyan û bi gotina siloganan, kiryar û cinayetên rejîma Îslamî a Îranê li dor bûyerên bajarê Mehabadê de pirotesto û şermezar kirin.

Durûşmên wê xwenîşandanê bi zimanê Danmarkî hatibûn amade kirin ku hêmayek bûn ji berxwedana bajarê Mehabad û Kurdistana Rojhilatê, herweha mirin û neman jib o rejîma îslamiya Îranê.

Peyama komîteya Hevkarî ya Hêzên Kurdistanî bi zimanê Danmarkî ji aliyê “Seher Hisamî” herweha bi zimanê Kurdî jî ji aliyê “Fayiq Elyasî” ve hatin xwendin.

Xwenîşandan bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” bi dawî bû.