Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Utrîş(Avusturya)/ Xwenîşandanek ji bo piştewanî kirin ji nerazîbûnên bajarê Mehabadê birêve çû

16:59 - 17 Gulan 2015

Kurdistan Media: Xwenîşandanek ji bo piştgiriya ji nerazîbûna xelkê bajarê Mehabadê derheq mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî û şermezarkirina rejîma Îslamiya Îranê, ji aliyê Kurdên akincî yên welatê Utrîşê li bajarê Viyenê birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ew xwenîşandan li roja Pêncşemî 14`ê Gulana 2015`an, bi beşdariya sedan kes ji Kurdên akincî yên welatê Utrîşê û bi alîkariya hêzên Kurdistanî yên her çar parçên Kurdistanê ji bo nîşandana nerazîbûnê I hember mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî û serhildana gelê Mehabadê li bajarê Viyenê birêve çû.

Beşa yekem ya xwenîşandanê, kombûna li nawenda bajar û sirûda netewî ya “Ey Reqîb” bû. Piştre xwenîşander ber bi aliyê balyozxaneya rejîam Îranê I Viyenê meşiyan.

Li pêşberî balozxaneya Îranê jî sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hate xwendin û paşan bîstekê bêdengî ji bo rêzgiritin ji canê pak ê şehîdên Kurdistanê hate peyrew kirin.

Di berdewamiya xwenîşandanê de peyamek bi zimanê Almanî, ji aliyê dr. Ceza Salihî ve hate xwendin.
Dûre dr. Elî Mizûçî bi zimanê Kurdî basek ji rewşa Kurdan di Kurdistana Rojhilat de pêşkeş kir û li ser bûyerên bajarê Mehabadê û reftar û kiryarên rejîma Îslamiya Îranê bi Kurdên wê beşa Kurdistanê re sekinî.

Her di wê derheqê de “Mihemed Xêr” jî peyama hevxemiyê ya Kurdên Kurdistana Rojava pêşkeş kir û soz û piştewaniya xwe ji Kurdên Kurdistana Rojhilatê û tevgera wê parçeyê dubare kir.

Paşan jî xwenîşanderan pêşberî Balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê Viyenê alaya Kurdistanê bilind kirin û li dijî rejîma Îranê durûşm dan.