Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana Partiya Azadiya Kurdistan-Bakûr ji pêwendiyên PDK Îranê li Hewlêrê

13:32 - 18 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandekî birêveberiya Partiya Azadiya Kurdistan- Bakûrê bi nûnerê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Hewlêrê re civiya.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandekî birêveberiya Partiya Azadiya Kurdistan-Bakûrê bi serperestiya Ebdulrehman Gundkî, endamê konseya birêveberiya wê partiyê, di 216ê Gulana 2015 (26ê Banemera 1394)an de seredana bîroya êwendiyên PDK Îranê li bajarê Hewlêrê kir.

Şandeya han ji aliyê heyetek ji pêwendiyên PDKÎ ve bi serperstiya Mihemed Salih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî yê PDKî ve hatin pêşwazîkirin.

10831.jpg

Di vê dîdarê de Partiya Azadiya Kurdistanê tevî pêdagiriya xwe li ser stratejiya netewî û berhevdana bûyerên Kurdistana Rojhilatê ji dîtingeha PDK Îranê ve, amadegî û piştewaniya xwe ji bo her terze aîkariyek hewce li ser astê Kurdistana Bakûr ji xebata Hizba Demokrat anîye ziman.

Di vê dîdarê de, Mihemed Salih Qadirî jî hewesta Partiya Azadiya Kurdistanê bi girîng û bilind nirxand û tevî îşarekirin bi komek pirensîpên hevpar ên netewî, tekez I ser piştewanî û rêzgirtina PDKÎ jî ji xebata parçeyên din ên Kurdistanê li ser bingeha destwernedan li kar û barên hevdu de û xurtkirina pêwendî û alîkariyên navbera her du aliyan de kir.

Hêjayî gotinê ye ku Orhan Kaya, berpirsê pêwendiyên PAK li Hewlêrê de hevrêtiya şandeya navhatî dikir.