Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stran gotina jinan li sînema Behmen a Sine de hêrsa berpirsên rejîmê bi dû xwe re anî

15:05 - 18 Gulan 2015

Kurdistan Media: Stranbêjiya jinan û beşdariya berbiçav a xelkê di festîvala kultorî - hunerî ya bajarê Sine de ku li sînema Behmen ya wî bajarî de birêve çû, hers û nerihetiya berpirsiyarên rejîmê bi dû xwe re anî.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, piştî birêveçûna festîvala kultûrî - hunerî di sînema Behmen a bajarê Sine li hefteya borî de, berpirsiyarên rejîma Îslamiya Îranê nerihetî û dijberiya xwe di gel beşdariya berbiçav ya xelkê û herweha strîna jinan nîşan dan.

Piştî derbazbûna heftiyek bi ser wê festîvala Kultûrî de, heya niha jî berpirsên rejîma Îslamî di malper û medyayên xwe de bi rijdî êrîşê dikine ser jinên beşdarbûyî di festîvalê de û bi metirsî bo ser bingehên Wilayeta Feqîh didin zanîn.

Festîvala Kultûrî - hûnerî ya bajarê Sine di 5 heya 7`ê Gulanê de berdevam kir.

Rejîma Îslamiya Îranê hemû hewl û bizavên xwe bona jinavbirin û kalkirina çanda neteweya kurd li Îranê de dide û her carê jî bi hêcetekê re rê jib o pêşgirtin ji çalakiyên çandî û hunerî xweş dike.

Di vê derheqê de li dema birêveçûna wê festîvala Kultûrî - hûnerî de, roja Sêşemî 5`ê Gulanê, Yelda Ebasî hunermenda bi nav û deng û naskirî ya Xurasanê ji aliyê birêveberên festîvalê ve rastî bêrêziyan hat.

Berpisên festîvalê di dema birêveçûna mozîka Yelda Ebasî, çend caran berqest dengê wê hunermenda kurd kêm û zêde û birîn..

Ew hunermenda Kurd bi nîşaneya nerazîbûn li hember têkdana sîstema deng ji aliyê birêvebirên festîvaê ve, salona festîvalê bi cih hişt. Ew reftara han jî, bi nerazîbn û nigeraniya beşdarên festîvalê re ber bi rû bû.