Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat: Xelkê Kurdistanê li hember çarenivîsa keç û xortên fedakare xwe xemsar namînin

15:39 - 18 Gulan 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî a PDK Îranê di pêxem sekinandina pêla nûû ya girtin û binçavkirina hevwelatiyên kurd û herweha bi armanca serbestberdana wan girtiyên Kurd li Kurdistana Rojhilatê de daxuyanek nivîskî weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Hevwelatiyên birêz!
Civatên berxweder ên Kurdistanê!
Nawend û rêxistinên alîgirê mafên mirovan!
Piştî serhildana vê dawiyê ya xelkê li bajarê Mehabadê li dijî zulm û zordariya rejîma Komara Îslamî ya Îranê û reftar û kiryarên kirêt û hetikber ên more û dardestên rejîmê li Kurdistanê de, nawendên ewlehî û îtilaatî û hêzên din ên tepeserkar yên rejîmê ji bo vemirandina kerb û kîna hertimî a xwe ji xwenîşanderan, pêvajo û pêlek nû û berfireh ji girtin, binçavkirin û çavsoriya ji keç û xortên Kurd li bajarên Kurdistanê de dane dest pê kirin û di rojên derbasbûyî de, bi sedan kes ji ciwan û hevwelatiyên Kurd li bajarên Kurdistanê de bi tawan û sûçê pişikdarîkirina di xwenîşandan û nemaze bi tometa beşdarîkirin di nerazîbûnan de binçav û hepsî kirine û hukmê nerewa û zalimane jî bi ser de sepandine.

Li vê derheqê de Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî pirotestokirina vê pêvajoya nû ji girtin û hepsîkirinê, erxayîn û xatircem e ku civatên xelkê Kurdistanê li hember çarenivîsa hevwelatiyên canfîdaye xwe de bêdeng û xemsar nabin û namînin. Herweha tevî wê jî, daxwazê ji hemû rêxistinên siyasî û sivîl ên Kurdistanê û çalakvanên mafên mirovan dike ku dengê nerazîbûna xwe li dor çarenivîsa girtiyan bilind bikin û bi dana agahî û zaniyariyên zêdetir bi nawend, civat û rêxistinên navnetewî re derheq hejmara girtiyan û li dor reftarên kirêt û dijîmirovî ên hêzên tepeserkar ên rejîma Komara Îslamî a Îranê bi girtiyan û keç û xortên neteweya kurd re, alîkar bin.

Civatên Xelkê Kurdistanê!
Her çiqas ku ev bizav û serhildana cesûrane ya xelkê Mehabadê û hevsoziya bajarên din ên Kurdistanê li Sine, Merîwan, Bokan, Serdeşt, Bane, Seqiz û …, dengvedanek deverî û cîhanî li pey xwe re anî û gelek aliyên bibandor û tesîrdar jî helwesta biwêrane ya Mehabadiyan û hevsoziya bicih ya bajarên din jî bilind nirxandin û ev reftarên kirêt û dijîmirovane ên more, dardest û hêzên rejîmê jî pirotesto û şermezar û daxwaza cezadana tawankaran jî kirin, lê her wekî hat dîtin rejîmê pêka siyaseta hertimî a xwe, bi pasaw û hincetên bêbingeh, tawanbar derbaz kirin û ketine pey girtin û zîndanîkirina keç û xortên berevankar û parêzvan ên kurd ji buha û rmetên mirovî û kerameta netewî a xwe.

Carek din, em daxwazê ji nawend û rêxistinên siyasî, medenî, miorvdost, û herweha azadîxwazên Îran û Kurdistanê, bi taybetî çalakvanên navxweyî welat û hemû hevwelatiyên kurd dikin ku bi awayek berfireh û piratîktir, ji bo azadkirina girtiyan û zext û givaşxistina ser rejîma Îslamî a Îranê û dawîanîn bi pêvajoya çavsorî, şopandin, binçavkirin, girtin û hepsîkirina ciwanên kurd bixebitin û xwedî helwestek jêhatî û bi rûmet bin.
Azadî ji bo girtiyan
Serkevtin ji bo neteweya kurd

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
18ê Gulana 2015\'an
28ê banemera 1394\'an