Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fatime Mihemedpena

19:34 - 18 Gulan 2015

H: Arif Vêlzî

Fatime Mihemedpena: “Birîna herî giran û bi êş a jiyana min ku bandorek nerênî xistiye ser min, roja şehîdketina du birayên min bi navên Husên û Salih Mihemedpena bûn, ku di nava refên pêşmergên PDKÎ de canê xwe gorî kirin”.

Bawerî bi xwe bûn, û hebûna îradeyek bihêz û şoreşgêr li kêleka fîdakirina tewahiya hez û xweşiyên jiyanê bê tu çavnihêriyekê, di pêxema azadî û serbestiya neteweyeke zulmlêkirî de, bûye sedem ku şêrejinên Kurd li Kurdistana Rojhilat û di nava refên pêşmergên PDKÎ de, serbarê wan hemû salan derbiderî û awareyî û herweha di bin êrîş û topbaran û girtin û kuştin û terorên cur bi cur de, hêj bi zimanek sade û baweriyek asinîn û pir ji hêvî, dibêjin “Em şanaziyê bi rêbaza xwe ku heman rêbaza şehîdên serbilind ên Kurdistanê ye dikin, û heya gehîştin bi armancên gelê xwe, wê jiyana ji vê jiyanê zehmetir jî bi dil û can qebûl bikin”.

Fatime Mihemedpena keça Mihemed û neviya Emer Paşa yek ji wan şêrejinan e ku, sala 1956’an (1335) li gundê Qelereş a ser bi bajarê Serdeştê hatiye dinê.

Fatime Mihemedpena di despêkê de derheq bi çavaniya nasyarî û tevlîbûna xwe bi refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û herweha jiyana xwe ya hevpar, weha bi rojnameya Agirî re daxive: “Di rastî de min ji riya malbata xwe ve, rê û rêbaza PDKÎ nas kir, jiber ku malbata min bi salan e ku xebatkarên rêya azadî û serbestiya Kurdistanê ne, û têkiliyên wan tevî PDKÎ hebûne. Lewra min her di zarokî de Partiya Demokrat nas dikir, lê di Sala 1977’an (1356) de min jiyana hevpar tevî Xidir sedaqet pêk anî. Tenê piştî çend mehan şoreşa gelên Îranê serî hilda, û Xidir tevlî refên PDKÎ bû û çeka şeref û berxwedanê kire milê xwe de, û ji wî çaxî ve heya niha me jiyana xwe ya hevpar serbarê wan hemû zehmetî û awareyiyê, di nava refên kadir û pêşmerge û malbatên PDKÎ de derbas kiriye û berhema jiyana me jî şeş zarok in “.

Fatime Mihemedpena weke jinek fîdakar û xwedî îman bi rêbaza şehîdan, piştî derbazkirina zêdetir ji 35 sal jiyana nava şoreşê û Kurdatiyê de, çavnihêriyên xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe Xidir weha tîne ziman: “Çavnihêriya min weke hevjîna pêşmergeyekê ev e ku hizba min wefadar û emegnas be bi rêbaza şehîdan û hertim vê rêbazê bidomîne. Herweha çavnihêriya min ji Xidir jî ev e ku ji vê rêbazê dernekeve û destan ji rêbaza şehîdan nekişîne. Xêncî vê çavnihêriyê, min tu çavnihêriyek din ji Partiya Demokrat û hevjînê xwe nine”.

Fatime Mihemedpena piştî zêdetir ji 35 sal jiyana siyasî di awareyiyê de, bi çavên pir ji hêvî ve roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min mixabin hêj nehatiye(Rizgariya Kurdistanê). Herweha ji vê rojê ve ku me rêbaza PDKÎ hilbijartiye heya niha, me tu caran rûyê xweşiyê nedîtiye û hertim jiyana me di awareyî û derbideriyê de derbaz bûye, lê girîng ev e ku min di salên borî de û niha jî ew rêbaz domandiye, û di pêşerojê de jî, wê her şanaziyê bi vê rêbazê bikim û vê rêbazê bernadim”.

Fatime Mihemedpena herweha derheq bi roja herî nexweş a jiyana xwe dibêje: “Jiyana pêşmergatiyê jiyaneke pir e ji zehmetî û nexweşî, lê çend roj di jiyana min de hene ku pir nexweş in, û tu caran ji bîra min naçin, û bi şev û bi roj, her yek ji wan bi xwe û di cihê xwe de min dilgiran û nerihet dikin.

Roja herî nexweş û birîna herî giran, roja jidestdana rêberên navdar ên Kurd Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî ne. Piştî jidestdana wan du rêberan, birîna herî giran û bi êş a jiyana min ku bandorek nerênî xistiye ser min, roja şehîd ketina du birayên min bi navên Husên û Salih Mihemedpena ye, ku di nava refên pêşmergên PDKÎ û rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî de canê xwe gorî baregehên azadî û serbestiya Kurdistanê kirin”.

Fatime Mihemedpena di dawiyê de rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez daxwazê ji xûşk û birayên xwe li Kurdistana Rojhilat dikim ku refên PDKÎ bigrin pêşiya xwe û destan ji piştevaniya partiya xwe bernedin”.