Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mohreyên bîhanî di şerê Îslamîstan de

19:48 - 18 Gulan 2015

Selam Îsmaîlpûr

Komara Îslamiya Îranê berî vê ku deshilatê bi dest ve bigre, bi pêşvegirtina siyaseta şandina derve ya şoreşê, û piştevaniya ji tevgerên bi nav xelkî û rizgarîder, û di rastî de girûpên terorîstî û hewldan bona nifûza nerm di nav xelkê wan welatan de, kariye ku pêgeha xwe di her yek ji wan welatan de ji xwe re bibîne, bi awayekî ku bikare berjewendiyên xwe di herêmê de bi xerc û hêza mirovî ya welatên ku armanca wê ye, û di nav xaka wan welatan de cî bi cî bike.

Bi vê sedemê welatên wekî Tirkiye, û Erebistan û welatên din ên Erebî ku direngtir ji Îranê bîr ji vê mijarê kirine, niha bi çûna rasterast bo şerên herêmî li dijî hevalbendên rejîma Îranê, di rastî de bêy pevçûna rasterast digel Îranê, vê rejîmê û ji vê jî girîngtir hinek beşên din dikin dijminê xwe.

Ew pirsa zêdetir ji vê cihê ve çavkanî digre ku hikûmetên Erebî di van salên dawiyê de tu carî bi awayekî micid bîr ji nifûza di nav girûpan û tex û qatên cur bi cur ên neteweyên xwe û cîranên xwe de nekirine, û zêdetir hewl dane ku di nav berhevdanên herêmî de, piştevanê rejîmên nedemokratîk ên wekî xwe, di hemberî zextên navxweyî û gefên navxweyî de bin.

Lewra niha rejîma Îranê dixwaze ku bi lîstina bi Hosiyan di Yemenê de (wekî peyayên şetrenca xwe) hikûmetên Erebî yên herêmê neçar bi bikaranîna arteşên xwe yên kilasîk (wek hesp, fîl û wezîrê şetrencê) û kişandina wan bo nav şereke partîzanî bike, ku serkevtina hevalbendiya Erebî tê de gellek dûr ji çavnihêriyê ye.

Ji aliyekî din ve zirarên giran yên Hosiyan (bi taybetî yên sivîlan) di şerekî bi vî rengî de, tevî vê ku zirareke wisa rasterast nagihîne Îranê, dikare barê berpirsayetiyeke siyasî û mirovî ya giran bixe ser milên hevalbendiya Erebî, û bi derbazbûna demê raya giştî û herêmî û helwestên civaka cîhanî berbirûyê wan bike.

Bi vî rengî hevalbendiya Erebî nikare ji Tirkiyê jî, alîkariyê bixwaze, ji ber ku ne Tirkiye û ne jî endamên hevalbendiya Erebî, xwediyê hevalbendên wekî hevalbendên Erebî yên Îranê di Rojhilata Navîn (Şî’eyên Îraqê, Rejîma Sûriyê, Hizbullaha Lubnan, Hosiyên Yemen, û heya Şî’eyên Behrîn û Erebistanê) nînin ku xwediyê hevbendiyeke hizrî ya qahîmtir bin.
Ew rejîmên Erebî li ser dijminatiya eşkere bi Îslama siyasî re, çi ji cura AKP û Îxwan, yan jî ji cura selefiyên cîhadî, û çi jî ji cura Şî’eya wê hizreke hevpar hene. Niha li ser erdê, ew girûpên girêdayî bi Îslama siyasî ne ku lîstikvanên herî nû yên guherînkariyan û şerên vê dawiyê yên Rojhilata Navîn in, û rejîma Îranê bi xwe beşek ji vê lîstokê ye, û li ser erdekî bi vî rengî xwediyê gellek ceribandinan e, û rejîmên sekolar û helbet nedemokratîk ên Erebî piştevanê rastîn yên tu yek ji tevgerên bihêz yên naskirî bi îslama siyasî nînin, û pêgeha wan di nav wan lîstikvanan de tuneye.

Di Sûriyê de jî girûpên wekî DAÎŞ’ê niha piraniya herêman di destên wan de ne.

Di Yemenê de jî arîşeya Erebistanê eva ye ku nizane ku piştî bombebaranên esmanî li dijî Hosiyan û arteşiyên girêdayî bi Elî Ebdullah Salih, li ser erdê dibe ji kîjan girûpan piştevaniyê bike, ji ber ku girûpên din yên bi bandor pêk tên ji Elqaîdeya Yemenê, û Hizba Îxwanî (Îslah) ku herdu jî ji dîtingeha Erebistana Se’ûdî ve, wekî girûpên kêrnehatî têne hesibandin, û eva di demekê de ye ku Îran di nav Yemenê de, hevalbendên bihêz wekî Husiyan hene, û heya Tirkiye jî ku alîkariyeke zaf bi şoreşa Sûriyê re kir, wisa tê dîtin ku nikare zêdetir piştevaniya neyarên Beşar bike, da ku dijberiya Îranê bikin, ji ber ku hekî wisa bike hevalbendên Amerîkayî yên xwe wê ji dest bide. Serbarê hebûna sînorên dûr û dirêj di navbera Sûriyê û Tirkiyê de vî welatî hêla ew cur’et tunebûye ku hêzên xwe yên leşkerî bike nav Sûriyê de.

Di demekê de ku Îranê ji hezaran kîlometran dûrtir yekîneyên pasdarên xwe şandine Sûriyê, û di şerên li Îraq û Sûeriyê de beşdar e, û dikare ji riya Sîstanî, Beşar Esed û Nesrullah û Husiyan ve xelkê bikêşe nav pevçûnan de.

Di rewşeke bi vî awayî de, karê rikeberên herêmî ên rejîma Îranê ji bo kêmkirina nifûza rejîma Îranê di herêmê de, bi bê guherîna stratejiya kevn wate “hevalbendiya bi rejîmên herêmê re, ne hewldan bo çûna nav xelkê herêmê de”, wê karê wan gellek dijwar û îza bike.