Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vegeriyan bo xala sifrê

19:59 - 18 Gulan 2015

Mistefa Hicrî

Di encamê de roja Pêncşemî 02.04.2015 (13.01.1393)’an û piştî nêzîk bi 18 mehan gotûbêjên di navbera Komara Îslamiya Îranê û şeş mezinhêzên cîhanî de, derheq mehandina oranyomê ji aliyê Îranê ve, daxuyaniyeke kurt ku herdu alî li ser beşek ji çarçoveya giştî ya wê sax bibûn, ji aliyê Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê Îranê, û Fidrîka Mogrînî berpirsyara Siyaseta Derve ya YE’ê di Lozana Swîsê de hate xwendin, ku biryar e piştî domandina gotûbêjan, heya meha Pûşperê bigihîjin lihevkirina dawiyê.

Di meha Rezbera sala 1392 (2013)’an de, û berî destpêkirina gotûbêjan di Jinêva Swîsê de, derheq pirsa mehandina Oranyomê ji aliyê Îranê ve, bi armanca destpêregihîştina bi çeka navikî, di gotarekê de di bin serxetê “gelo rejîma Îranê ber bi guhertinê ve pêngavan hildigre?”, Min bi şirovekirina rewşa aloz ya Îranê, û hest bi metirsîkirina deshilatdarên wî welatî, û li ser veyî hemiyan Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, derheq herifîna aboriya welat – ku sedema beşek ji wan sepandina wan dorpêçan bû ku ji aliyê NY, û welatên rojavayî ve bi ser Îranê de hatin sepandin- nivîsand ku ji bo rizgarkirina Îranê ji destê wan dorpêçan, rejîm di encamê de wê serî di hemberî şert û mercên Rojava de bitewîne, heya derfetek ku jê re tê pêş, wê dest ji wan bernameyên xwe yên bilindfirane hilgire. Daxuyaniya 2’ê Nîsanê, ya Lozanê rastbûna vê pêşbîniyê selimand.

Serbarê vê ku ew daxuyaniya fermî gellek kurt bû, û li gora gotina aliyên gotûbêjkar, hemû ew xal nexistin rû ku di vê çarçoveyê de lihevkirin li ser çê bûye, û beşek jî ji xelkê veşartî ye, lê ya ku di vê daxuyaniyê de xistine berbas, û bi taybetî axivtinên aliyan bo ragehandinan, piştî xwendina daxuyaniyê me digehîne vê encamê ku:
1-Îran razî bûye bi vê ku di nav nawendên mehandina Oranyomê de, nawenda bajarê Netenzê tenê nawendek be ku mehandina oranyomê encam dide, û radeya mehandina vê oranyomê nabe zêdetir ji %3.67 be, niha ku 10 hezar kîlo oranyoma mehandî heye, dibe vê oranyomê ji 300 kîloyî, kêmtir bike, û heya 15 salan di nawenda Ferdo mehandina oranyomê nehê kirin, heya 15 salan tu binkeyeke mehandinê ya nû ava neke, û 2 ji 3 ya santrîfiyojên xwe kêm bike.

2-Îran razî bûye bi vê ku di bin çavdêriya hertimî ya Ajansa Navneteweyî ya Têhna Navikî de be, û her demekê ku ew bixwazin azad bin serdana her cihekî bikin ku şik û guman li ser hebin, xeynî vê ku bi dezgehên gellek pêşkevtî wê di bin çavdêriyê de bin, bi vî awayî hemû riyên mehandina oranyomê bi armanca çêkirina çekên navikî ji Îranê tê gitin.
3- Di hemberî vê serîtewandina Îranê ji bo şert û mercên Rojava de, pêngav bi pêngav dorpêçên aborî li ser Îranê wê bêne rakirin, bi mercekê ku ÎAEA biselimîne ku Îranê ew xalên ku qewla cîbicîkirina wan daye cî bi cî kiribe.
Bi vî rengî Komara Îslamiya Îranê piştî nêzîk bi 12 salan serhişkî, û pêdegiriya li ser daxwaziyên rojava derheq mehandinma oranyomê bi armanca çêkirina çeka etomî, bi tabkirina sedan milyard dolarî zirar, û veqetiyana ji civaka navneteweyî, û bi nirxa birçîtî û bêkariya xelkê Îranê û ....hwd, derfeta vê bilindfiriyê jê re namîne, û vedigere ser xala sifrê.
Deskevta xelkê Îranê ji vê sazanê çi ye

Bêguman hekî aliyê gotûbêjkar heya dema diyarîkirî (Meha Hezîranê) li hev bikin, piştî rakirina (yan helavîstîhêlana) dorpêçan, wê aboriya nexweş ya xelkê bêhneke rehet vede, û kar û kesabeta xelkê welat wê vegeşe, ku armanca xelkê jî her ew e. Xweşî û şahiya xelkê Îranê piştî ragehandina daxuyaniyê jî, nîşaneya hêvîdarbûna wan bi vê guhertina erênî ye li ser jiyana wan. Eşkerekirina vê dilxweşiyê ji aliyê xelkê ve, hilgirê peyameke dina ya girîng a siyasî ye jî, ku ew jî eva ye ku hekî rejîmê carina rêpêvîn bi alîgirên xwe didane dikirin jî, û diruşma “Têhna (enirjî, wize) navikî mafê bêgotin yê me ye” digotin, ew tenê diruşmên teblîxatî bûn, hekî ne eva nine ku em dibînin ku li gora daxuyaniyê, şiyana çêkirina çeka navikî ji rejîmê tê standin, lê xelk dilxweş in û dadikevin kolanan, û dilxweşiya xwe eşkere dikin?
Lê li gora ezmûnekê ku me ji vê rejîmê heye, aliyê kêm di demek kurt de rewşa ewlehiyê wê wekî xwe tundûtîj bimîne, hekî xiraptir jî nebe.
Tê çaverêkirin jî ku hekî aboriya xelkê baştir be, xelk bi awayekî micidtir û berfirehtir daxwaziyên xwe ên din ku azadî û nemana vê rewşa emniytî ya tundûtîj e, û bi ser wan de zal e, bînin gorê. Daxwaziyek ku daxwaza piraniya xelkê Îranê ye, lê hejarî û hewildana ji bo peydakirina nan, ew daxwaziya wan kiriye daxwaziyeke pile du.

Deskevta rejîmê ji vê sazanê

Hekî lihevkirina dawiyê pêk bê,
hêdî hêdî rejîm dorpêçên aborî li ser wê têne rakirin, aboriya wê ber bi baştirbûnê ve diçe, û destên wê vekirîtir dibin ji bo domandina siyaseta “şandina derve ya şoreşê”, wate her eva ku heya niha kiriye û dike jî, der
heq destêwerdana di nav karûbarên welatên herêmê de, û alîkarîkirina digel dost û hevalbendên xwe di herêmê de, wate rejîma Sûriyê, Hizbullaha Lubnan, Husiyên Yemenê, û girûpên din ên terorîstî di gellek cihên cîhanê de. Lê ew vegeşîna aborî ew nabe, ku hinek ji çavdêran behsa wê dikin, ku ew jî vedigere ser du sedemên sereke:

1-Nirxa petrolê her niha gellek daketiye, û bi şandina petrola Îranê bo bazarê, renge zêdetir jî nirxa wê dakeve, û ji bo zêdetir hilincan û zêdetir şandina petrolê jî hewcehî bi heyameke zaf heye ji bo nûjenkirina çalên petrolê. 2- Sîstema birêvebiriya aborî di bin deshilata Komara slamî de wekî hemû beşên din, sîstemeke kêrnehatî ye, û wê sîstemê hêz û şiyana vegeşîna aboriyê tuneye. Lê piştre dibe em çavnihêrê guhertinên din jî di rewşa herêmê bin ku ew jî vedigere ser wan xalên veşartî ku di daxuyaniyê de nehatine nivîsandin û renge piştî lihevkirina dawiyê jî, xelk jê nehêne agehdarkirin.

Têbînî: Çavkaniyên zanyariyên vê gotarê ji wan mijaran hatine wergirtin, ku ji aliyêl Amerîkayiyan ve hatine weşandin.