Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi boneya 23’mîn terokirina Dr. Qasimlo li Danmarkê birêve çû

14:38 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Komîteya PDK Îranê li Danmarkê, semînarek bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qsimlo û hevalên wî pêkanî.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja 15’ê Tîrmha 2012’an, Komîteya PDK Îranê li Danmarkê semînarek ji birêz “Îbirahîm Lacanî” çalakê siyasî re pêkanî.
Semînara han bi beşdariya endam û alîgirên PDK Îranê û nûnerên partî û aliyên siaysî û sivîl li bajarê “Alborg”ê hat lidarxistin.
Semînarê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre birêz “Îbrahîm Lacanî” di pêwendî li gel xebat û rolê rêberiya Dr. Qasimlo axifî û got: Piştî derbasbûna 23 salan ji terora Dr. Qasimlo, ew herwa hêza bizivîna PDK Îranê ne û tevgera Kurd li Kurdistana Îranê ji hêza moralbexş a Dr. Qasimlo mifah tê standin.
Di dawî de beşdaran pirsên xwe arastey korrgêr kirin û ji aliyê birêzî ve hatin bersivdan.