Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişgeha 15 hezar kesî ya Îlamê bi sebeba kêmiya bûdceyê hate daxistin

14:48 - 19 Gulan 2015

Kurdistan Media: Werzişgeha 15 hezar kesî ya bajarê Îlamê piştî 9 salan, ji ber kêmiya bûdceyê hate daxisitin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, serbarê dana bûdceya zêde ji bo avakirina Werzişgeha 15 hezar kesî ya bajarê Îlamê, lê ji ber xemsariya berpirsiyarên rejîma Îranê hate daxisitin û çarenvîsa awahiya wê Werzişgehê jî nerohn e û li halê herifînê de ye.

Piêvajoya avakirina wê Werzişgehê piştî çend salan û terxankirina bûdceya zêde, lê heya niha jî çarenivîsa wê ne diyare û li gor karnasên umranî, temenê bimifah ya wê Werzişgehê I dawîbûnê de ye.

Nebûna birêveberî û bê pilaniya di parêzgeha Îlamê, li halekê de ye ku pirojeyên werzişî ên wî bajarî ji ber nebûna birêveberên şehreza û biryarder li halê daxistinê de ne.

Parêzgeha Îlamê jî li warê jêrxana aborî ve bêpar û hejar hatiye hiştin tu pirojeyên bînasazî û umranî li vê parêzgehê de neçûne warê piratîkî ve, yan jî li nîviyê de hatiye bicî hiştin.

Berpirsên rejîma Îslamiya Îranê di parêzgeha Îlamê û parêzgehên din yên Îranê jî li dor rewşa werzişê û pirojeyên xizmetguzariyê, xemsar bûne û berisvderê daxwaziyên xelkê ninin.

Avakirin û bidawî kirina vê awahiya werzişî, hewcehî bi bûdceyek zêdetir heye; ku ew jî li rewşa niha de ku dorpêçên aborî pêsîra rejîma Îranê girtine, cîbicî kirina wan dijwar û zehmet e.