Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê Partiya Demokrat û berpirsên wezareta Derve ya Almanê bihevre civiyan

16:12 - 19 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gel karbidestên Wezareta Derve ya Almaniya re civiya.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî 15`ê Gulana 2015`an, Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ û Hîwa Behramî, nûnerê PDKÎ li Almaniyayê, seredana Wezareta Derve ya Almaniya kirin û bi karbidestên wê wezaretxaneyê re civiyan.

Di vê hevdîtinê de, berpirsê Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Almaniya, û berpirsê maseya Îranê û berpirsê beşa mafên mirov ya wê wezaretxaneyê jî têde beşdar bûn.

10847.jpg


Di vê hevdîtinê de pirsa Kurd li Kurdistana Rojhilatê, rewşa siyasî û aborî ya Îranê, dan û standinên nevbera welatên 5+1 bi rejîma Îslamî re û rola rejîma Îslamî a Îranê li kirîzên Rojhilata Navîn de naveroka bas û guftigoya wan bûye.

Li dor Kurdistana Rojhilatê, Sekretrê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê îşare bi nerazîbûnên vê dawiyê ên xelkê Kurdistanê û bi taybetî her du bajarên Mehabad û Serdeştê kir û da zanîn ku: zext û givaş û zordariyên rejîmê li hember kurdên Rojhilatê di astekê de ye ku her dema derfet ji xekê re pêk were, dadikevine ser şeqaman û nerazîbûn û nefreta xwe li dijî rejîmê didin nîşan dayîn.

Piştî guhertina bîr û rayan, şanda karbidestên Almanî sipas û pêzanînên xwe ji bo wê hevdîtinê nîşan da.

Ji aliyê din ve, birêvebrên rojnameya “BÎLD” a Almanî jî bi fermî sekreterê Partiyê bo ofîsa xwe vexwendin û piştî serdanê, hevpeyvînek jî pêre pêk anîn.