Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbarê sozên desthilatdaran di Îranê de, xizanî û nebûnî xurt bûye

13:16 - 20 Gulan 2015

Kurdistan Media: Serbarê soz û peymanên berpirsiyar û desthilatdarên rejîma Îranê ji bo nehiştina xizanî û belengaziyê li Îranê de, lê diyardeya han roj bo rojê li hale xurtbûnê de ye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media û li ser bingeha nûçeya malpera “El Erebiye”, li destpêka hatina ser kar a rejîmê ve, Xumênî soza çareserkirina pirsa hejariyê li Îranê de da û piştî 35 salan, niha jî berpirsên wî welatî îdeaya çareserkirina kirîza xizanî û bêkariyê dikin; lê wekî xuya, heya niha jî pêngavên piratîkî ji bo ji holêrakirina vê kirîzê neavêtine û berdewam sozên xwe jî dubare dikin.

Li gor wê amarê, ji sedî 20 ya xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de ne. Helbet amara han, gelek ji ya rêxistinên mirovî ên navxwe û derweyî Îranê dûr e û rêjeya rastîn gelek ji wê zêdetir e.

Li gor amarên belavbûyî, tenê rêjeya bêkarî û betaliyê li Îranê de zêdetir ji 10 miliyon kesan e.

Li gor gotina berpirsên rejîmê, herî kêm ji sedî 35 ya xulyaqeta Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Li gor raporên rêxisitinên cîhanî, geşekirina mirovî, weatê Îranê bi berhevdan li gel welatên cîhanê, di pileya 75mîn de ye.

Li gor raporek Netewên Yekbûyî, yek ji sê ya nifûsa 77 milyon kesî ya Îranê, li derdorên bajaran û li xîwet û cihên netendurust de dijîn.

Karnasên vî warî di vê baweriyê de ne ku sedema sereke ya xurtbûn û geşekirina xizanî û hejariyê di Îranê de, vedigere ser alîkariyên milyon dolarî ên Îranê bi rejîma Beşar Esed, milîşyayên Hizbula, Husî û gurûpên terorîstî ên din.