Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jiyan li destdana hevwelatyeke Belûc ji ber eşkence kirinê

20:31 - 20 Gulan 2015

Kurdistan Media: Girtiyekî belûç li girtîgeha navendî ya Zahîdanê, di encama îşkenceyên karbidest û meimûrên girtîgehê de, jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, du rojan berî niha di yek ji qawîş (bend)ên girtîgeha Zahidanê de, ciwanê bi navê Ebdulwahid Gumşadzihî ê 19 salî kurê Mîr Mihemed jiyana xwe jidest da.

Bi gotina çalakvanên mafên mirov û demokrasiyê li Îranê , navhatî ji ber rêgirîkirina ji çareserkirina pizîşkî tûşî vê bûyerê hatiye. Ew ciwanê belûç, du salan berî niha li dema destbiser kirin û veguhastina bo îdareya Agahî a Serawanê de, hatibû îşkence kirin û derbeyên giran bi hesin ji sere wî xistibûn.

Her çiqas ku berê jî pijşkan derbareya rewşa xirab ya tendurustî û saxlemiya Ebulwahid hişdarî dabûn berpirsiyarên pêwendîdar, lê serbarê wê jî karbidesetên girtîgehê rêgirî ji veguhastina Ebdulwahid bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê kiribûn.