Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiyê ya endamekî PDKÎ li bajarê Şino

14:09 - 21 Gulan 2015

Kurdistan Media: Xalid Hesenî, endamê PDKÎ li bajarê Şino bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.
Xalid Hesenî li destpêka şorşa gelên Îranê de heya 2 salan pêşmerge bû, paşan wekî endamekî çalak karên rêxistinî ên xwe di hundurê welat de bi encamp digihand.

Şehîd Xalid endamekî wefadar û piştewanê hertimî yê kadro û pêşmergeyên komîteya Hizba Demokrat li bajarê Şino`yê de bû. Ji ber wê jî, çend caran ji aliyê berpirsên komîteya Şino ve rêz jê hate girtin.

10856.jpg
Xalid Hesenî

Xalid Hesenî li nav bajarê Şino û gundê xwe “Alyawê” de bi kesekî emegnas bi rêbaza hizbê û cihê baweriya dihat nasîn.

Termê navhatî li heman rojê de li nav girseya xelkê Şino û derdora wê li goristana gundê “Alyawê” de bi xakê hat sipartin.

Herwiha birayekê din yê Xalid bi navê Nadir Hesenî Ji sala 1983`an ve pêşmergê Hizba demokrat a Kurdistana Îranê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji kes û karên Xalid Hesenî dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.