Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî kurd bûye goriyê êrîşa hêzên leşkirî ên Îranê

15:12 - 21 Gulan 2015

Kurdistan Meida: Kolberekî kurd yê xelkê “Nelos” a Şino di encama teqeya rasterast ya hêzên întizamî ên rejîmê li yek ji deverên sînorî ên wî bajarî de cane xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi Kurdistan Media, roja Sêşemî, 19ê Gulana 2015an, hêzên întizamî ên rejîma Îslamî ya Îranê li deverek sînorî ya bajarê Şinoyê, teqe ji karwanek kolber û kasibkarên kurd kirin û di encamp de, kolberekî kurd bi navê “Qadir Şebrû”jiyana xwe ji dest da.

Ew kolberê kurd ji ber bêkarî û nebûna bijîva jiyanê rû ji kolberiyê kiribû û mixabin roja sêşemî bi guleyên hêzên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê li deverên sînorî de, bi dûketin û teqeya rasterast ji karwanê kolberan, her sal çend hevwelatiyan dikin qurbanî.

Kolberî li deverên sînorî yên Îranê de, bi salan e ku bûye çavkaniya dahatê û bijîva jiyana hevwelatiyên sînorî û mixabin her sal çendîn kes ji wan jiyana xwe ji dest didin yan seqet û kêmendam dimînin; îca çi bi teqeya hêzên rejîmê be, çi jî bi teqîna mayînên çandî û çi jî sir û seqem û reniyên befrê.

Nebûna kargeh û fabrîkayan û herweha nebûna derfetên karî û çavkaniyên dahatê, bûne sedema daketina asta xweşbijîviya xelkê deverê û bi neçarî rû ji wî karê metirsîdar li ser sînoran dikin.

Di heyama sala derbasbûyî de, 79 kolberên kurd li deverên sînorî de bûne armanca teqeya rasterast a hêzên rejîmê û li encamp de 37 kolber hatine kuştin û 42 ên din jî bi tundî birîndar bûne û beşek ji wan kêmendam mane.