Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) serdana Hizba Demokrat kir.

22:00 - 21 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) serdana Deftera Siyasî ya PDK Îranê kir û di vê serdanê de gelek pirsên taybet bi deverê nîqaş û nirxandin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Pêncşemiyê 21`êGulana 2015`an, heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serperestiya “Kakemîn Necar” endamê Mekteba Siyasî û serokê Encumena serkirdatiya Partiya Demokrat li parêzgeha Hewlêrê, serdana Deftera Siyasî ya PDK Îranê kir û ji aliyê heyetek ji Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat ve bi serperestiya Hesen Şerefî, Cigirê Sekreterê giştî yê hizbê ve hatin pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, li ser guhertinên deverê û pirsa Kurd guftigo û guhertina bîr û nerînan hat kirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de guftigo li ser pêgeha îro ya Herêma Kurdistana Îraqê li hevkêşeyên siyasî ên deverê, pirsên têkildar bi şerê DAIŞ û çend pirsên din hate kirin.

Di dawiya vê hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser domandina pêwendiyan kirin.