Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ daxuyaniyek li dor êrîşên PKK belav kir

18:15 - 24 Gulan 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî ya PDK Îranê li dor êrîşa çekdarên PKK bo ser pêşmergeyên PDK Îranê daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Xelkê mafxwaz ên Kurdistanê!
Rêxistin û aliyên Siyasî yên Kurdistanê!
Kom û civatên navnetewî!
Piştî çend roj hewl xebat û çalakiyên çend aliyane ji bo rûnişt û diyaloga bi serokatiya PKK’ re li dor xweparastina ji bûyerên nexwastî û dilhejîn û çareseriya girift û pirsgirêkên li rojevê de ji riyên diyalog û guftigoyan ve, mixabin PKK ferman daye hêzên xwe ku êrîşî ser pêşmergeyên PDK Îranê bikin; ku mixabin sibêdeya îro Yekşemî, 24.5.2015’an (3.3.1393’an), hêzên PKK teqe ji pêşmergeyên PDK Îranê kirine û şerek nexwastî ya bi hêzek kurdî re jî bi ser me de dan sepandin. Li gorî hin zaniyariyan, hêzên Sipaha Pastaran a Komara Îslamî li deverê de hatine cihgîr kirin û egerek zaf ya tevlîbûna wan hêzan bi hêzên PKK’ re heye.

Civatên xelkê Kurdistanê!
Şerê han dikarî ji riya siyasî û lojîkî ve bihatiba çareser kirin û me xwe jê dûr xistiba û tûşî pevçûna bi hêzekê re nebûna ku erka wê, rizgariya parçeyek din ji Kurdistanê ye û desttêwerdanê li kar û barên me ku xebata li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye de nekin û bûyerên han jî bi aliyekê de neçin ku bibine mertal û dîwarê berevaniyê ji hêzên Sipaha Pastarên Komara Îslamî ya Îranê re.

Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xembarî û nerihetiya xwe ji vê kiryara kirêt ya PKK radigehînin ku di çarçoveya îxaneta bi xebata kurd de cih digre. Herweha radigehîn in ku em, ne destpêkerê şer bûne û ne jî daxwazkarê domandin û berdewamiya vî şerî ne, lewma daxwaz dikin ku rêberiya PKK jî, penayê bibe ber lojîk û mentiqa siyasî û netewî û dev ji vê riya şaş berde.

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê de!
Part aliyên siyasî yên Kurdistanê!
Em daxwazê ji we dikin ku ji her riyên mumkin ve, tevî pirotestokirina vê şerfiroşiya PKK’ê, cehd û xebatên xwe jî li dor guherandina helwesta nekurdane ya rêberiya PKK jî bigihînin encamê; daku em tevde rûyê çekên şoreş û xebata xwe ji dujminên gel bigrin nekî ji hevdu.

Emê her terze agahiyên li vê derheqê û encamên şer û pevçûnan û herweha hewl û xebatên siyasî û pêwendiyên li dor dawîanîna bi vî şerî, dê raya giştî jê haydar bikin. Lê tevî hemû cehd û tekoşînek netewî û siyasî û aştîxwazane ya xwe jî, em hemû aliyekê xatircem dikin ku teslîmî tu givaş, gef û xwesepandinekê nabin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
24’ê Gulana 2015’an
3’ê Cozerdana 1394’an