Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta part û aliyên Kurdistanê li hember êrîşa PKK’ê û sepandina şerê bi PDK Îranê re

21:40 - 24 Gulan 2015

Kurdistan Meida: Sepandina şer ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve bi ser Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li deverên sînorî de, helwest û reaksiyona tund ya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi dû xwe re anî.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, piştî êrîşa PKK bo ser hêzek ji pêşmergên PDK Îranê li çiyayê Qendîlê de, dengê gelek part û aliyên Kurdistanê bilind bû û helwesta xwe bi fermî eşkere kirin.
10889.jpg


Serokatiya Parlemana Kurdistanê daxwaza rûniştin û diyaloga PDK Îranê û PKK Ii bin sîvana Parlemanê de dike

Li beşek ji daxuyaniya Perlemana Kurdistanê de hatiye ku: gelek bi xemgînî ve nûçeya alozî û pevçûna navbera PKK û PDKÎ gihîşte me. Em weke parlemana Kurdistanê hişdariyek tund didin aliyên Kurdistanê ku xwe ji penabirina bo çekê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi zimanê çekê ve biparêzin.

Di daxuyaniya Parlemana Kurdistanê de herweha hatiye ku: Bêguman alozî û dubendiyên han, vedana rûpelên herî reş û tarî yên dîroka Kurdistanê ye û gelê Kurdistanê dubarebûna wê qebûl nake.

Li dawiya daxuyaniyê de hatiye ku: em serbarê pirotesto kirina vê bûyera dilhejîn, daxwaza ragirtina demildest ya alozî û pevçûnan û lihevhatina li ser pirsgirêkan dikin û em daxwaza her du aliyên pirsê dikin ku di bin sîvana Parlemana Kurdistanê de, bi guftigoyan ve, vê pirsgirêkê çareser bikin.

10892.jpg

Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkeşên Kurdistana Îranê

Sekretariyeta Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkeşên Kurdistana Îranê jî di daxuyaniyekê de ragihand: “Em piştgiriya tewaw a xwe ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê radigehînin”.
Di doma daxuyaniyê de hatiye ku: “Em vê kiryara PKK mehkûm û şermezar dikin piştevaniya xwe jî ji PDKÎ radigehînin. Herweha daye zanîn ku çalakî û xebat I ser xaka rojhilata Kurdistanê bi mafê rewa û berheq yê hemû partiyên Rojhilatê dizanin”.

10887.jpg

Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistan

Komîteya nawendî ya Yekîtiya Şoreşgerên Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de helwesta xwe di çend xalan de ragihand û da zanîn ku: PKK’mafê rêgirtina ji tu hêzên Rojhilata Kurdistanê nine û ger PKK li ser dorpêçkirina hêzên PDKÎ berdewam be, emê hêzên xwe ku li rojava de jib o alîkariya YPG’ê çûne û heya niha jî me du şehîd dane, emê vekişînin û jib o berevanîkirin ji hêzên Rojhilatê jî em bêdeng û bêhelwest nabin.

10886.jpg

Partiya Serbestiya Kurdistanê

Partiya Serbestiya Kurdistanê î di daxuyaniyekê de, tevî retkirina nerînên PKK lid or monopolkirina sînor, her bihostek ji xaka Kurdistanê bi milkê her kurdekê dizanîn ku çalakiyên siyasî têde encamp dide û em xaka Rojhilata Kurdistanê û sînorên wê bi mafê rewa û cihê resen yê xebata partiyên rojhilatê dizanin û her terze astengî û rêgiriyek wusa ji aliyê PKK yan her hêzek din bi tundî mehkûm dikin û vekirina binkeyan jib o PDKÎ li ser sînoran bi mafek rewa dizanin. Di dawiyê de daxwaz ji PKK dike ku riya aştî û biratiyê hilbijêre daku dilê dujmin û neyaran xweş nebe.

10888.jpg

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

PSK jî daxuyaniyek weşand û têde hatiye ku: “Nabe PKK Bibe Parêzvanê Tixuban”
PSK herweha banga PKK dike, ku guhê bide daxwazên PDKÎ û hêzên dinê, rê li ber Pêşmerge negre, nebe astengek li ser rêya Pêşmerge, ku dixwazin biçine welatê xwe.

PSK bona ku pêşiya şerê birakujî bê girtin, banga hêzên siyasî, dezge û komelên demokratîk û sîvîl û şexsiyetên welatparêz dike, ku fişar li PKK bikin, daku guhê xwe bide daxwaza giftugo û diyalogê.

10890.jpg

Feraksiyona PDK Ii Parlemana Kurdistanê

Feraksiyona Kurd di Parlementoya Kurdistanê de jî daxuyaniyek da û ragihand ku nabe xwîna kUrdan bi destê kurdan bê rijandin. Em daxwazê ji her du aliyan dikin ku bi sebr bin û bi tu awayê destê xwe bi xwîna hevdu sor nekin. Ji ber ku her li vê Parlementoyê de ku nnerê xelkê û berhema xwîna şehîdan e, tev aliyekê biryara boykotkirina şerê birakujiyê dan, lewre em daxwazê ji her du aliyan dikin ku ji riya diyalog û guftigoyê ve vê pirsê çareser bikin.

10893.jpg

Kempîna 1’ê Befranbarê

Kempîna 1’ê Befranbarê jî di daxuyaniyekê de tevî mehkûm kirina vê êrîşê, dide zanîn ku; “êrîşa gerîlayan bo ser pêşmergeyên PDK Îranê I dijî berjewendiya netewî ye”.

Daxuyaniya Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê derheq şerê PKK bi PDKÎ re
Kurdistan Media: Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek I dor êrîşa PKK bo ser pêşmergên PDKÎ weşand.

Deqa vê daxuyaniyê bi vî awayî ye:
Sibêdeya roja Yekşemî 24.5.2015an, hêzek çekdar a ser bi PKK (Gerîla), li devera KÊLEŞÎN a bajarê Şino, êrîş bire ser hejmarek ji Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ). Di encam de pêşmergeyê PDKÎ “Qadir Kerîmî” şehîd ket û çend pêşmergên din yên PDKÎ jî birîndar bûn, lê amade nebûn ku şerê birakujiyê yê rûreş bikin.

Di demekê de ku nawçe bi tevayî, û herêmên berfireh ji Kurdistana Sûriya û Îraqê ketine ber êrîşên terorîstî ji aliyê DAIŞ û Hêzên tarî yên din, ku hebûna miletê Kurd li ser qada wiya dîrokî kiriye armanc û nîşan.

10935.jpg

Em tevî wê ku vê birakujiyê pirotisto û rûreş dikin, ji ber ku xizmeta dijminê miletê kurd dike, di heman demê de jî doza sikinandina bilez ya vî şerî dikin, û li gel hev li dor mêza diyalogê danîşin û rûnin, ji bo çareserkirina kêşên siyasî û lojîka lihevkirinê li şûna çareserkirina bi zora hêz û çekan serdest bikin, û tehrîmkirina xwîna Kurd ji bo her sedemekê be, tawanbarkirina aliyên ku dibin sedemê rijandina vê xwînê.

Em buhiştê ji şehîd (Qadir Kerîmî) re dixwazin, û saxlemî û tenduristiyê ji birîndaran re dixwazin, da ku vegerin meydana xebatê û şan bi şanê hevalên xwe ji bo ruxandina rejîma kevneperest ya Îranê, û avakirina sîstemek demokratîk û fedral, hemî mafê miletê Kurd têde were parastin.

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKS
25/5/2015
Daxuyaniyên aliyên dine jî emê bi vê nûçeyê ve zêde bikin….