Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê şehîd “Qadir Kerîmî” li goristana şehîdên Navenda 3`ê de teslîmî xakê hat kirin

20:29 - 25 Gulan 2015

Kurdistan Media: Termê pakrewanê azadiyê û şehîdê destê bêbextiyê “Qadir Kerîmî” ku roja borî bi destê çekdarên PKKê li devera Kêleşînê de hatibû şehîd kirin, îro li goristana şehîdên Navenda 3ê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi axê hate sipartin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, cenazê şehîd “Qadir Kerîmî “ piştî nîvro ya îro 25`ê gulanê bi amade bûna Kadro, pêşmerge û endamên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, li Kempa Cejnekana Hewlêrê hate definkirin.

Qadir Kerîmî Kadrê emegnasê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di encama êrîşa cekdarên PKKê bo ser pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li devera Kêleşîn ya ser sînora bajarê Şino ê duh serê sibehê (24`ê gulanê) hate şehîd kirin.

Di wê êrîşa hêzên PKKê de 3ê pêşmergên din yên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê jî birîndar bûne.

Piştî belavbûna nûçeya şehîdketina “Qadir Kerîmî” bi destê çekdarên PKKê, Komîsyona Siyasî Nizamî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ragehandinek di vê derheqê de belav kir.

pêşmerge Qadir Kerîmî kurê Mihemed di sala 1977`an li bajarê Neqede hatibû dinê, ew xwedî bawernameya dîplomê bû, di sala 1998`an heta sala 2002`an wekî endamê nehînî yê Hizbê çalak bû, her di wê salê de dikeve jêr çavdêriya dar û destên rejîma Îslamiya Îranê û dûre tevlî refên pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dibe.