Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî peyamek rû ji xelkê Kurdistanê belav kir+Vîdyo

16:24 - 26 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek rû ji xelkê Kurdistanê û pêşmergeyên Hizba Demokrat û part û aliyên her çar parçeyên Kurdistanê belav kir.

Deqa tewaw ya peyama Mistefa Hicrî ku Ii Televîzyona “Rojhelat Tv” de belav bû:

Ji Rojhelat Tv’ ve, silavan dişînim bo hemû pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Ez dixwazim li ser bûyera vê dawiyê ya Kurdistanê ku şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDK Îranê û gerîlayên PKK de çê bûye, çend xalan bînim ziman.
Her kes dizane ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiyek şerxwaz nebûye û niha jî nine. Em tu aliyekê ji bilî rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi dujminê xwe nizanin û hemû kar û çalakiyên me jî di çarçoveya derbelêdan ji vê rejîmê û xebata li dijî wê bi armanca berevanîkirin û bidestxistina maf û azadiyên pêpeskirî yên gelê kurd di Kurdistana Rojhilat de ne.

Pêka zaniyariyên min li ser wê bûyerê, pêşmergeyên me li wê deverê de hemû hewl û tekoşîna xwe dane ku li xaka xwe de hat û çûyînê bikin û bi xelkê xwe re di têkilî û kuntaktan de bin, lê mixabin PKK pêşiya wan girtiye û bûne rêgir û asteng ku pêşmergeyên PDK Îranê nekarin li deverê de hat û çûnê bikin.

Em hêvîxwaz in ku pilan û biryara han, pilana giştî ya rêberiya PKK’ê nebe û şaşîtiyek be ku ji aliyê fermanderên PKK yên wê deverê ve hatibe encamp dayîn. Ji ber ku, ger wusa nebe, ew kiryar û pîlana PKK’ê di çarçoveya alîkarî kirin û destekdayîna bi dujminan, bi taybetî dujminê herî bihêz û hov ê kurd li deverê de “Komara Îslamî ya Îranê” cih digre.

Ez di vê baweriyê de me ku kurd dibe ji dîrokê dersê bigrin û ger pirsgirêkek di navbera me de derkete holê, em bikarin ji rêçareyên dostane û aştiyane ve çaresera wan bikin. Ji ber ku niha qazanc û berjewendiyên me bi hevre girêdayî ne. Rejîma Îranê yan jî dujminên din, renge tenê bo midehekê mifahê li yek ji me li dijî yê din standibin, lê di rastî de yê ku dibe dost û piştewanê hevdu li vê rewşa aloz û hestiyar a deverê de, divê gelê kurd.

Ez daxwazê ji hemû tex û qatên Kurdistanê, bi xasmanî yên Rojhilata Kurdistanê dikim ku li dor vê siyaseta ku PKK girtiye ber xwe, bêdeng nebin û hêz û şiyanên xwe ji her riyên mumkin ve, ji bo givaş xistina ser PKK bixin tevgerê, daku ji vê siyaset û reftara ku bi partiyên siyasî ên kurd li parçeyên dinê re dike, poşman û paşde vekişe.; û PKK li cihê hewildan ji bo lawaz û jarkirina aliyên kurdî, têbikoşe ji vê hêz û şiyana xwe bi qazanca neteweyî a gelê kurd û partiyên siyasî ên kurd mifahê bistîne ku li xizmeta armancên xelkê de ne.

Em hêvîxwaz in ku pirsa han mezin û xurt nebe; pirsa han ne cihê dilxweşiya me ye û ne jî em li hewla xurtkirin û mezinkirina vê aloziyê de ne; lewma hêvîxwaz im ku PKK û dostên wê jî her bi vê lojîk û nerînê û bi vî awayî mifahê ji vê zirûfê bistînin daku ew pêwendî û têkiliya ku di navbera PDKÎ û PKK di salên derbasbûyî de hebûye, wekî xwe bimîne û bûyer û pirsa han nebe asteng.

Ez daxwazê dikim ku xelk aram û li serxwe bin û li rastî de karekê nekin ku dujmin li vê şert û merc û zirûfa hesas de, ji vê zêdetir dilxweş bin. Erkê me li rewşa niha de, yekîtî û tifaqa li hember dujmin de ye ku vê gavê, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye li hemû parçeyên Kurdistanê de.

Ez daxwaza serkevtinê ji we re û herweha daxwaza yekîtî û piştewaniya we ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hêzên siyasî yên din dikim ku li pêvajoya qazanc û berjewendiyên neteweyî de pêngavan davêjin û fedakariyan dikin.
Pir sipas dikim