Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şino/ Di du pevçûnan de, şer li navbera hêzên rejîmê û çend çekdarên nenaskirî de derket holê + navê kuştî û birîndaran

20:55 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Di encama teqeya hêzên rejîma Îslamiya Îranê de bo ser 3 hevwelatiyên bajarê Şino’yê, hevwelatiyek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şino, sibêdeya roja pêncşemî, 28’ê gulana 2015`an, ji aliyê hêzên rejîmê ve rastî teqeyê hatin û di encam de hevwelatiyek hate kuştin û yekî din jî bi tundî birîndar bû.

Hêzên rejîmê di devera Nalûs a ser bi bajarê Şino, teqe ji wan 3 hevwelatiyan kirin.

Çavkaniyeke haydar li bajarê Şino bi nûçegihaniya “Kurdistan Media”re daye zanîn: “Yek ji wan 3 hevwelatiyên ku bûne armanca teqeya hêzên rejîmê, piştî binçavkirinê, rewiya ye û yên din jî bi birîndarî ve hatiye dest bi ser kirin”.

Wê çavkaniya haydar ku nexwast navî wî eşkere bibe,navê ew kesê ku bi destê hêzên rejîmê hatiye kuştin, “Rêbwar Mewlûdî” da zanîn, û termê wî jî bo bajarê Urimiyê hatiye şandin.

Navê wî hevwelatiyê ku bi destê hêzên rejîmê birîndar bûye û dûre hatiye binçavkirin, “ Behmen Qurbanî” kurê Mihamad hatiye zanîn.

Di vê derheqê û li gor rapora Kurdistan Media, şeva borî, demjimêr 2’ê şevê, hêzên Sipaha Pasdaran û hêzên leşkirî yên bajarê Şino li devera Nalosê li gel çend çekdarên nenas tûşî pevçûnê hatine.

Di wê pevçûna çekdarî de, 3 hevwelatî destbiser û 2 endamên hêzên leşkirî jî birîndar bûne.

Heya niha sedema wê pevçûnê û nasnameya birîndar û destbiser kiriyan, ji malpera Kurdistan Media’ê re rohn nebûye.

Li gor vê raporê, kesên birîndar ji bo nexwşxaneya bajarê Urimiyê hatine veguhastin.