Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekem mamostaya qutabxaneyên serdema Komara Kurdistanê koça dawiyê kir

19:50 - 30 Gulan 2015

Kurdistan Media: “Xanime Xusrewî”mamostaya qutabxaneya “Kea Serdar” ya bajarê Bokanê bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Xanime Xusrewî, naskirî bi “Misrî Xanim” ku ji aiyê Pêşewa Qazî Mihemed, yekem serkomarê Kurdistanê, weke yekem mamostaya jin jib o qutabxaneya “Keleha Serdar” ya Bokanê hatibû destnîşan kirin, roja pêncşemî 28ê gulana 2015an, li jiyê 86 saiyê de xatirê xwe ji dunyaya qelem û perwerdeyê xwast û ew erka pîroz û giran bi hevalên xwe sipart.
Mamosta Xusrewî, sala 1929 a Zayînî (1308 a rojî) li gundê Besrî a Mehabadê ji dayîk bibû, li serdema Komara Kurdistanê de, ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve, weke yekem mamostaya jin li qutabxaneya Keleha Serdar a bajarê Bokanê, waneya ziman û wêjeya kurdî gotiye.

Piştî herifîna Komara Kurdistanê bi hevserê xwe. Şehîd Mihemed Qudsî û efserên kurd yên başûr re vedigere Îraqê.
Piştî îdama hevserê wê li gel sê efserên qehreman ên din ji aliyê rejîma Îraqê ve, Misrî xanima Xusrewî vedigere bajarê Bokanê û heya dawiya temenê xwe her li Bokanê de jiyan kir.

Misrî xanim heya dawiya jiyana xwe bi armancên Komara Kurdistanê re wefadar me û cihê rêz û hurmeta xelkê Bokan û Mehabadê bû.
Yekîtiya Pîşeyî a Mamostayên Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji hemû mamosta, xwendekar û qutabiyên Kurdistanê dike û xwe bi şirîkê xem û kovanên malbata xaltîka Misrî û bi taybet keç û xortên wê dizane.