Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bokan: Sipaha Pasdaran bargehên xwe li gundên Kurdistanê birêxistin dike

16:08 - 1 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rejîma Îranê pişî liv û tevgera Hizba Demokrata Kurdista Îranê li ser sînorên Kurdistana rojhilat, hêzên xwecihî û leşkerî di baregeh û qereqolan de amade dike.

Rapora ku li Bokanê gihîştiye ber dest malpera Kurdistan Media, bas li vê dike ku ew çend rojin, Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê, di gundên ser bi bajarê Bokan, bi xasmanî gundê “Nobar” çek û teqemeniyên wek, Duşka, Xumpare havêjan bi cî dike.

Her wiha li gor wê raporê, bas li vê yekê jî hatiye kirin ku şeqam û kolanên bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine mîlîtarîzekirin û herwisa ew bajare ji aliyê rejîmê ve jêr çavdêriyê de ye.

Paş bi cih bûna hêzên Hizba Demokrata Kurdistama Îranê di deverên sînorî ên Kêleşînê û êrîşa PKK`ê bo ser pêşmergeyên wê Partiyê , hêzên leşkerî ên rejîma Îranê bi şêweyên biguman û nediyar, rewş û aramiya bajarên sinorî ên Kurdistanê têk dane û baregehên xwe amadebaş kirine.