Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek ji bo piştewanîkirin ji xelkê Mehabadê li Londonê de birêve çû

14:06 - 2 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Komîteya PDK Îranê li welatê Birîtanya, xwenîşandanek li wî welatî de lidar xist.

Li gor rapora Kurdistan Meida, bi armanca piştewanîkirin ji nerazîbnên vê dawiyê ên Mehabad û Kurdistanê û pirotesto kirina mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî di encama destdirêjiya karmendekî Îtilaata Îranê û herweha pêpeskirina mafê mirov li Kurdistana Îranê de ji aliyê rejîmê ve, roja şemî, 30 Gulana 2015an, xwenîşandanek li bajarê London a Birîtanya de birêve çû.

Xwenîşandana han ji aliyê komîteya PDKÎ li Birîtanya û bi piştgiriya “Lînka Herêma Kurdistanê” bi beşdariya endamên PDKÎ, kesatiyên siyasî û nûnerê partiyan birêve çû.

Li vê xwenîşandanê de li dijî rejîma Îranê durûşm û silogan hatin qîrandin û paşan axaftinek ji aiyê berpirsê pêwendiyê hizbê li birîtanya de hat pêşkeş kirin.

Li gor vê raporê, cinayetên rejîma Îslamî a Îranê, destwerdana li kar û barên welatên deverê û bi taybet cîranan, alozkirina Rojhilata Navîn, piştewanîkirin ji terorîzmê, pêpeskirina mafên kêmaniyên netewî û ayînî li Îranê de beşek ji naverok û cewhera peyama berpirsê komîteya hizbê li Birîtanya de pêk anîbû.

Xwenîşanderan bi siloganên li dijî rejîma îslamî a Îranê, ber bi mala serokwezîrê Birîtanya meşiyan nameyek nerazîbûnê ku hilgirê xwast armanca vê xwenîşandanê bû, radestî sekreterê serokwezîran hat kirin.