Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî bi Komîteya Kar û barên Derwe ya Senaya Amerîkayê re civiya

21:43 - 2 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Mistefa Hicrî Sekreterê giştî yê PDK Îranê li Amerîkayê de bi Komîteya Kar û barên Derwe ya Senaya Amerîkayê re civiya û pirs û mijarên têkildarî Îran û deverê bi wan re nîqaş kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan media, Mistefa Hicrî serkreterê giştî yê PDK Îranê, roja duşemî, 1ê Hezîrana 2015an, li doma kar û çalakiyên xwe li Amerîkayê de, bi Komîteya kar û barên Derwe ya Senaya Amerîkayê re civiya.

Sekreterê giştî ji aliyê Komîteya Kar û barên Derwe re bi germî hat pêşwazî kirin.

Li destpêkê de Mistefa Hicrî armanc ji sefera xwe bê vê vegerand ku tirs û nîgeraniyên ku li hember rewşa Îran û deverê de derketine rojevê, tenê yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ninin, belkî hemû dostên Amerîkayê jî li deverê de ji vê rewşê nîgeran in.

Hicrî div ê civînê de, lid or axaftinên Barak Obama derheq Daişê ku “nîgeraniyek hevpar a Amerîka û Îranê ye, Hicrî da zanîn ku eva têgeh û gotinek nerast e ger ku em wusa bihesibînin ku Îran û Amerîkayê li hember Daişê de yek araste hene.

Sekreterê Partiyê ragihand ku: Rejîma Îranê yek ji xeterî û metirsiyên herî mezin li ser ewlehiya deverê ye û daye nîşandayîn jî ku hi bo tevdana ewlehiya deverê, dikare her karekî bike, nemaze eger karê han, destekdayîna Daişê be jî.

Mistefa Hicîr basa vê kir ku zaniyariyên gelek hûr li nawendên biryardayînê di Îranê de nîşan didin ku, berevajî piropagandayên li medya û terîbûnên rejîmê de, rejîma Îranê mijûlê vê yekê ye ku li nav sînorên xwe de derfetê ji Daişê re pêk tine, daku ew gurûb bikare xwe birêxistin bike û bihêz bibe û l idem û cihê hewce bihê mifah standin.

Misstefa Hicrî da zanîn ku rejîma Îslamî ya Îranê li dirêjiya temenê xwe de nîşan daye ku tenê li hember zor û givaşan de teslîm dibe. Lewre hewce ye ku bizanin her terze rêketinek bi Îranê re, lê berdewam kirina givaşan jî hewce ye. Herweha hewce dike givaşên rojava li ser Îranê bimînin daku neçar bimîne li hember dosyeya mafê mirov li Îranê de liv û tevgerên xwe biguherîne.

Piştre kargêrê payebilind ê Komîteya Karûbarên Derwe yê Senaya Amerîkayê de, tevî girîng nirxandina zaniyariyên Mistefa Hicrî, ragihand ku eva derfetek kêmwêne ye ku ew dikarin ji nerîn û dîtinên Sekreterê Hizba Demokrat haydar bin, ji ber ku nerîna han, nerînek cuda û temsîla bîr û hizra giştî ya deverê dike.

Wî herweha da zanîn ku ew pirsiyar û mijarên ku Hicrî anîn ziman, her ew pirs û mijar in ku ew li hewla rohnkirina wan de ne û ji îdareya Obama jî dipirsin. Herweha anî ziman ku, ger lihevhatin yan rêketinek wusa derkeve hoê, hewce ye çi stratejiyek bê bikaranîn daku Îran ji rewşa nû, weke derfetekê jib o destwernedana li deverê de mifahê nestîne.

Di vê serdanê de Komîteya Karûbarên Derwe ya Senayê, lid or rewşa Îraqê jî da zanîn ku me her cure karek jib o Îraqê kir, her ji perwerdehiyê ve bigre heya pirçek kirina wan, lê tu yek ji van karan bersivder nebû. Lewma li vê derheqê de raya sekreter jî pirsî ka erê geo sedema bi encamp negihîştina van xebatan dibe li çi de be?.
Hicrî di bersiva vê pirsiyarê de jî da zanîn, di rastî de sedema herî sereke ya şikestina van cehd û xebatan, destwerdana rejîma Îranê ye da zanîn take kar ku hûn dikarin ji Îraqê re bikin, kêm kirina nifûza Îranê û destwerdana wê li Îraqê de ye. Hicrî da zanîn ku alav û riyên destwerdana Îranê li Îraqê de zêde ne, lê tevî vê yekê, şaşiyên zaniyarî û lêkolînên Amerîkiyan, heya niha mezintirîn derfet ji Îranê re afirandine.