Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misetfa Hicrî ji aliyê çend Kongiresmanên Amerîkayê ve hat pêşwazî kirin

14:46 - 4 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi çendîn endamên Kongireya Amerîkayê re civiya û daxwaz ji gelê Amerîka kir ku gelê kurd li Rojhilatê de di xebata bi dijî rejîma Îslamî ya Îranê, bi tenê nehêlin û alîkarê wan bin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, sekreterê giştî yê PDKÎ li doma kar û çalakiyên xwe li Amerîka de, roja sêşemî, 3ê Hezîrana 2015an, seredana Kongireya Amerîkayê kir û ji aliyê çendîn kongesmanan ve bi germî û bi awayekî kêmwêne pêşwazî jê hat kirin.

Sekreterê giştî yê PDKÎ li çendîn hevdîtinên cuda cuda li gel çend endamên Kongireya Amerîkayê re, daxwaz ji gelê Amerîkayê kir ku gelê kurd li Rojhilatê de li xebata li dijî rejîma Îslamî ya Îranê de bi tenê nehêlin û alîkarê wan bin.

Sekreterê partiyê li yekem hevdîtina xwe li Kongireya Amerîkayê de, bi “Sitîf Kîng”endamê kongireyê re civiya û hat pêşwazî kirin.
Herweha Hicrî li gel “Bired Şêrmen”, “Deyna Rorabakîr” û buroya Kongireyê “Tam Marîno” re civiya.

Di vê hevdîtinê de Hicrî armanc ji serdana xwe bo Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) re ji nûnerên gelê Amerîka di kongireyê de bas kir û li ser rewşa deverê bi wan re guhertina bîr û hizran kir.

Sekreterê giştî yê partiyê, da zanîn ya ku bûye sedem siyasetên Amerîkayê nekarin li Îraqê de ser bikewin, destwerdanên rejîma Îranê Ii deverê de ye û tiştekî eşkere ye ku rêketina bi Îranê re lid or pirsa navikî, dê destê Îranê bona domandina tevdanîkarî û destwerdanên zêtir vekirî bihêle.

Sekreterê giştî yê PDKÎ rexne ji têgihîştina Rojava bi nîsbet Îranê girt û got: Ev ceribîna û nasiyariya ku me ji rejîma Îranê heye, nîşan didin ku rejîm nikare reftarên xwe biguherîne û take riya gihîştin bi aramî û ewlehiya di deverê de, guhertina rejîma Îranê ye.

Hicrî herweha îşare bi vê derfeta ku Daişê ji bo Îranê li dor destwerdanên zêdetir pêk aniye, got: Eger em bi awayek kûrtir çav ji pirsgirêk û cuxrafiyaya pevçûnan bikin, eşkere dibe ku Daişê tu dijberiyek bingehîn bi berjewendiyên Îranê re nine. Herweha da zanîn ku Daiş bi wan karên ku encamp dide, ne tenê demografiya Îraqê li dijî Suneyan û li berjewendiya Şîeyan de diguherîne, belkî hevdem I gel Heşda Şeibî jî li vê arasteyê de gavan hildigre.

Li doma axaftinên xwe de, Mistefa Hicrî da zanîn ku kurd li Îranê de, beşek berbiçav ji nifûs û xulyaqetê pêk tînin ku hevdem Ii gel netewên din ên Îranê, bi awayekî rijd ji rejîma Îranê nerazî ne û ji her derfetekê mifahê distînin daku dengê xwe li dijî dîktatoriya rejîmê de bilind bikin.

Hicrî li doma axaftinên xwe de, îşare bi daxwaziyên gelê kurd di Kurdistana Îranê de kir û got: Sîstemekî Federal li Îranê de dikare him I berjewendiya netewên Îranê de be û hevdem jî dikare aştî û aramiyê li deverê de misoger bike. Ji ber ku rejîma Îranê, sebebkar û metirsiya herî mezin Ii ser asayîş û ewlehiya deverê ye.
Endamên Kongireyê jî , hatina Mistefa Hicrî bo Amerîkayê bilind nirxandin û dan zanîn ku eve derfetek e ku em ji nizîk ve, guhdariya xwast û daxwaziyên gelên Îranê bikin.

Kongresman “Sitîv Kîng” tevî vê ku gelê kurd li deverê de bi dostê cihê baweriyê yê Amerîkayê da zanîn, got: Kurdan niha hewcehî bi alîkariyên rasterast yên me hene û em bawerin ku hewce dike bihên destekdayîn, daku ji mala xwe Ii hember Daişê de biparêzin.
Herweha navhatî hêvî xwast ku ev derfet ji gelê kurd di Îranê de jî pêk were ku bikarin tekoşîna ji demokrasiyê bikin û bikarin armancên xwe bi cih bînin.

Li doma van hevdîtinan de, endamê Kongireyê “Bired Şêrman”ku bi xwe ji Partiya Demokrat a Amerîkayê ye, nerazîbûna xwe ji lihevhatina gurûpa 5+1 bi Îranê re nîşan da û got: her çiqas ku rêketina han li demkurt de dikare hinek bisûd be, lê li demdirj de bi tewahî bizirar e.

Şêrman herweha da zanîn ku, ger rêketina han ser bigre, midehek ppiştî rêketinê, dê ji Amerîkayê re derkeve ku Îran reftarên xwe naguherîne, dîsan ser ji nû ve dunya dibe I benda kurdan û neteweyên din bimînin daku karekê bikin.

“Rorabakîr” jî tekez Ii ser vê yekê kir ku, ew gelek keyfxweş e ku dibîne kurd jib o azadiya xwe li tevgerê de ne û tevî wê ku rexne ji kêmbûna alîkariyan bi gelê kurd kir, got: Ez weke Amerîkayiyekê dibêjim ku dibe Amerîka piştgirî û destekê bide her kesê ku li dijî dîktatorî û sereberdayîtiyê re şer dike. Navhatî herweha got ku wekî xwe, hertim li pişt azadîxwazan bûye û vê care jî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi tenê nahêle û dê piştgiriya wê biek. Sekreterê Hizba Demokart hevdîtinên han gelek serkevtiyane da zanîn.