Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: Astengkirina pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê PKK`ê ve, nîşaneya rêkevtina Îranê û PKK`ê ye

15:10 - 7 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Li ser çalakiyên nerazîbûnê yên Mahabadê û binçavkirina hejmerek berbiçav ji hemwelatiyên Kurd, herwiha liv û tevgera pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li sînorên Rojhilatê, “Duyçewêle”yê hevpeyvînek li gel sekreterê giştî yê PDKÎ pêk anî.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Mistefa Hicrî di vê hevpeyvîna bi “Duyçewêle”yê de bal kişanidiye ser bûyerên vê dawiyê yên Kêleşînê û êrîşa PKK bo ser hejmarek ji pêşmergeyên PDKÎ.

“Duyçewêle” li ser bingeha nûçeyên ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nivîsandiye: “Li deverên Kurdakincî yên Îranê de zêdeyî 30 kesî hatine binçav kirin, hevdem ligel vê jî, pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî li tixûbên Îranê bi cih bûne”. Li vê derheqê de me hevpeyvînek ligel Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ pêk anî.

Hicrî derbarê dijberiya Partiya Karkerên Kurdistanê ji çûna pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bo Rojhilatê û her wiha li ser vê mijarê ku gelo lihevkirinek navbera Îranê û PKK`ê da heye, ji “Duyçewêle” re gotiye: Me gelek nûçe di van 3 salên dawî li vê derheqê de bihîstine, lê me bi xwe ew rêkevtin nedîtiye, lê liv û reftarên PKK li dor pêşgirtitin ji çûna pêşmergeyên me, vê rastiyê derdixe holê ku rêketin li navbera wan de pêk hatiye. Nexa tu erka ser milê PKK nîne ku sînorên rejîma Îranê biparêze û pêşiya çalakiyên pêşmergeyên PDKÎ bigre.

Sekreterê giştî yê PDKÎ herwiha gotiye: Mekteba siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdista Îranê, bi armanca peywendî girtin li gel gelê Kurd, biryara şandina pêşmergeyên xwe bo hundurê welat daye. Ew hewildana hizba me, siyasetk nû û nîşaneya destpêkirina şerê çekdarî li hember rejîma Îranê nîne, lê me tu car jî îlan nekiriye ku me bi yekcarî dev ji xebata çekdarî berdaye. Xebatî çakdarî hertim wek yek ji şêwe û metodên xebatê li bernameya PDKÎ de bûye.

Hicrî li ser helwesta welatên biyanî û bi taybet Amerîkayê li dor liv û tevgerên pêşmergeyên PDKÎ li sînorên Rojhilatê de, ragihand: Analîz û helwesta berpirsên Amerîkayî, ciyawaz bû, hin ji wan ligel liv û tevgera pêşmergeyan de hevra bûn, lê hinên din jî li ser vê baweriyê bûn ku ev karê han, vê gave li gor berjewendiyên wan û Amrîkayê de nine. Ji ber ku ew li benda dan û standinên navikî ên meha Hezîranê ne ku encamek baş dê hebe.

Hicrî tevî amajekirin bi vê ku, ew ji aliyê berpirsên Amerîkî ve hatiye vexwendin, qala vê yekê jî kir ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tu demekê girêdayî Amerîkayê nebûye.